“Hilbijartinên pêşwext wê ji bo pirsgirêkên Iraqê nebin çareserî”

Di dîroka hikumetên Iraqê de gelek alozî û nakokî çêbûne, ev rewşa niha jî beşek ji wê dîrokê ye. Ji ber destwardanên dewletên serdest di siyaset û hikumeta Iraqê de nakokî her ku diçe zêdetir dibin.

Silêmanî - Guherînên di siyaseta Iraqê de û nakokiyên ku çêdibin, rewşa Iraqê ber bi aloziyan ve biriye, niha nikare tu pêşbîniyekê ji bo dahata siyasî di Iraqê de were kirin. Nakokiyên di nava Iraqê de di roja 25’ê Tîrmehê de dema ku çarçoveya hemahengiyê ya Şîayan ragihand ku Mehemed Şîa Sûdanî wê bibe berendamê serokwezîrê Iraqê dest pê kirin.

 Hilbijartina pêşwext ên parlamentoya Iraqê di Cotmeha 2021’ê de ji ber nerazîbûnên gel li dijî siyasetê û bi dawîanîna xwepêşandanan hat kirin,lê belê bi vê hilbjartinê jî ev salek e hikumet nehatiye avakirîn û her roja ku diçe alozî û nakokî kûrtir dibin.

Piştî biryara Sedir ku xwe ji parlamentoyê kişand, hemû alîgirên Muqteda Sadir daketin qadan û çend rojan dest danîn ser parlamentoya Iraqê, koşka komariyê dagir kirin. Yek ji daxwazên Muqteda Sadir û alîgiran hilbijartinên pêşwext bû lê belê çarçoveya hemahengî di dubarekirina hilbijartina de ne xwedî helwestek yekgirtî bû.

Partiyên siyasî û hikumeta herêma Kurdistanê ji ber berjewendiyên xwe yên kesî û partiyî piştgiriya aliyên cuda dikin. Her çendî li ber çavan e hilbijartinên pêşwext wê bê sûd bin jî hinek alî di hilbijartinên pêşwext de îsrar dikin.

“Iraq bi destên çend dîktatoran tê birêvebirin”

Berpirsa rêxistina Aws ya Bexdayê li herêma Kurdistanê ji bo karên zagonî û mirovî Evîn Heme Emîn der barê hilbijartinên Iraqê û dengeya hilbijartinên pêşwext de diyar kir ku rewşa Iraqê piştî şerê Çildiranê û ku di wê demê de dewleta Osmanî ji holê rabû û Iraq bû beşek cuda, pirsgirêk û nakokî li Iraqê zêde bûne. Piştî rûxandina rejîma Baasê li Iraqê bangeşe hat kirin ku demokrasî hat Iraqê ku bi awayekê ku hikumet û parlamento wê bi xwesteka gel be lê belê ew rewş berovajî bû, pêşî tenê dîkatorek hebû lê belê niha li herêma Kurdistan û Iraqê de bûn çend dîktator.

“Ji ssiyaseta Sadir diyar dibe ku xizmetî dewleta tirk dike”

Evîn Heme Emîn bi bîr xist ku hilbijartina herî dawî ya parlamentoya Iraqê ne encamek xwezayî ye, tevgera Sadir dikaribû zêdetir kursiyan bi dest bixe, ji ber ku Sadir ne girêdayî Îranê ye nehat qebûlkirin ku serokwezîr û desthilatdarî di destên Sadir de be û vê yekê jî wisa kir ku Sadir helwesta xwe nîşan bide û biryara neçûyîna nava parlementoyê bide û wiha got: “Ev gelek sal in bandoriya dewleta tirk li ser herêmê heye û gelek sedem hene ku were diyarkirin tevgera Sadir di bin bandora dewleta tirk de siyasetê bi cih tîne lê belê xwe weke Iraqiyek resen dide nasîn.”

“Encamên hilbijartinan tu deman ne li gorî xwestekên gel bûn”

Evîn Heme Emîn destnîşan kir ku ew siyaseta tevgera Sadir dide meşandin di bin rêketina dewleta tirk de ye ku wê siyasetê li Iraqê dike. Baykotkirina hilbijartinê ne tenê heqê Kurdan e ku baykot bikin, divê Iraqî jî baykotê bikin, ji ber tu deman encama hilbijartinê ne bi wi awayîye ku gel dixwaze û li gorî hêz û xwesteka partiyan e. Li herêma Kurdistanê partiyê 16 kursî bi dest xist lê belê bi biryardarî li hemberî van partiyan 29 kursî bi dest xist. Ji ber desthilatdar û hêzên serdest li pişt in. Ji ber wê dema gel diçin dengdanê, tu maf nedaye û piştre partiyên destdirêj dibêjin baykotkirin baştirîn riya çareseriyê ye.”

“Hilbijartinên pêşwext rewşê çareser nakin”

Evîn da zanîn ku her cara ku hilbijartin were encamdan ji ber alîgirin wê her dubare bibe. Ji ber wê hilbijartinên pêşwext wê ji vê rewşê re nebin çareserî, dema ku kesên nû beşdar bibin ji ber siyasetek cuda were nîşandan ku ji vê rewşê re bibe çareserî û wiha got: “Kurd her dem ji her rewşê zirarê dibînin, heta ku dibin xwedî dewleta xwe, ji ber ku bi temamî siyasetmedar li herêmên Kurdan dijberiyê dikin û gelê Kurd jê ziyanê dibîne. Berê dîktatorek Ereb Kurdan diçewisand. Niha ji ber bêdengbûna desthilatdarên Kurd li Kurdistanê di asta reqabeta dewletên serdest de. Kurd ji aliyê dîktatorên me bi xwe ve tên çewisandin.”

“Divê gel bi riya hilbijartinê dengê xwe bide pejirandin”

Evîn Heme Emîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ger ev nakokiyên di nava Kurdan de bi dawî bibin, wê Kurd bikarin bi ser bikevin û xwe bi Iraq û Bexdayê bidin pejirandin. Ger  siyasetmedar dawî li bazirganîkirin û berjewendiyên xwe yên takekesî bînin, wê derfetetek be ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan li Bexdayê. Divê gel li hemberî siyaseta desthilatdarên Kurd dengê xwe derbixe, hewl bide bi riya hilbijartinê dengê xwe bide pejirandin.”