‘Hikûmet nikare krîzên li welat çareser bike’

Nadîne Mûsa yekemîn siyasetmedara jin e li Lubnanê ji bo serokomariyê bûbû namzed, diyar kir ku tevlibûna jinan a siyasetê zêde bûye û got ku ji ber krîzên li welat banga konferansa navneteweyî ya bi navê “Rizgarkirina Lubnanê” kirine.

SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd – hişmendiya  mêr di siyasetê de jî weke her qadê gelek zehmetiyan derdixe pêşiya jinan. Parêzer û çalakvana siyasî ya Lubnanî Nadîne Mûsa jî bi xebatên xwe yên siyasî li dijî zîhniyeta desthilat têdikoşe. Nadîne Mûsa ya ku di warê mafên jinan de xebatên girîng dimeşîne jî ji bo jinan teşwîqî siyasetê bike hewldanên cidî da. Nadîne Mûsa bal kişand ser mafên mîras û xwedîtiyê û got: “Li Lubnanê zarokên jinên ku hevjînên wan biyanî ne, yanî ji welatekî cuda ne mafê welatîbûnê nadin wan. Biryarek bi biryarnameya serokomariyê hatiye girtin. Ji ber du keçên xwe ev 30 sal in ez rastî zehmetiyên mezin hatim. Ez ketim siyasetê da ku van tiştên tên jiyîn êdî rawestin û li dijî normên klîşe min dest bi xebata xwe kir.”

‘Divê qanûn ji bo her du zayendan wekhev bên pêkanîn’

Nadîne Mûsa da zanîn ku divê qanûn ji bo jin û mêran wekhev bên pêkanîn û wiha got: “Tevî ku ji zarokên jinên bi mêrên biyanî re zewicîn re hemwelatîbûn nayê dayîn jî di mijara mêran de rewş berovajî dibe. Ji ber ku ez jî bi kesekî biyanî re zewicîbûm, min keçên xwe ji hemwelatîbûyîna Lubnanê derxist. Li hemberî vê rewşa newekhev ez gelek têkoşiyam. Yek ji serokomaran ji min re got ku ew dikare îstîsnayê ji vê yekê re bike. Lê min ev yek red kir û ji herdu zayendan re qanûnek adil xwest. Lê belê dema ku ev daxwaza min nehat qebûlkirin jî em weke jin hê jî têdikoşin.”

Li welat yekem jin e ku namzediya wê ya serokomariyê hat qebûlkirin

Nadîne Mûsa ku ji sala 2004’an ve endama damezrîner a Komîteya Neteweyî ya Bihêzkirina Jinên li Lubnanê ye, diyar kir ku ew ji sala 2010’an ve endama Enstîtuya Rêveberên Jinên Ereb e. Nadîne Mûsa diyar kir ku xebatên wê tenê bi mafên jinan re sînordar nîn in û wiha got: “Ez yekemîn jin im ku li Lubnanê weke namzeda serokomariyê hatim qebûlkirin. Ez ji sala 2014’an ve bi awayekî çalak di xebatên siyasî de cih digrim. Ji aliyê din ve namzediya min a serokomariyê bi armanca guhertina hişmendiya desthilatdar, dayîna peyamekê ji doza ku ez pê bawer im, şikandina perspektîfa li hemberî jinan û derxistina hêza jinan bû.”

Banga konferansa navneteweyî

Nadîne Mûsa da zanîn ku di encama têkoşîna femînîst de li welat di aliyê jinan de guherîn çêbûne û bal kişand ku rêjeya beşdarbûna jinan a qada siyasetê zêde bûye û îşaret bi pirsgirêkên li welat kir û wiha domand: “Mînak hilbijartinên herî dawî yên parlamentoyê bi awayekî adilane nehat kirin. Daraz jî serxwebûna xwe naparêze. Ligel komek aktîvîstan bi navê rizgarkirina Lubnanê me banga konferansek navneteweyî kir û der barê daxwazên xwe de agahî da cihên pêwendîdar. Ji derveyî wê jî li welat qeyranek cidî ya aborî tê jiyîn û fatûreya wê jî jin didin. Der barê mijarê de em raporan pêşkêş dikin. Lubnan û Yemen bi metirsiyek cidî ya xelayê re ru bi rû ne.” 

‘Ji bo gelê me çi pêwîst be em ê bikin’

Nadîne Mûsa destnîşan kir ku tabloya ji ber qeyrana aborî derketiye holê, tenê aliyê ku tê dîtin e û wiha got: “Sûcê herî mezin di qada mafên mirovan de tê jiyîn. Mirov ji banqeyan nikarin pereyê xwe bigirin û di vê mijarê de maf tên binpêkirin. Ji ber qeyrana aborî mirovên ku nikarin dahata mala xwe bikin dikevin ser riya koçberiyê û di van riyan de jiyana xwe ji dest didin. Rêveberên welat qeyrana ku heye çareser nakin û ji ber vê jî em serî li civaka navneteweyî didin. Ji bo gelê me çi pêwîst be em ê bikin û em rê nadin di riyên koçberiyê de jiyana ji dest bidin.”