“Hebûna sîxoran sedemê zêdebûna dagirkeriyê ye”

Di dîroka gelê Kurd de diyar bûye ku li kêleka têkoşîna gelê Kurd, hinek hene piştgiriya dagirkeriyê dikin. Sîxor rê ji bo dagirkeriyê re xweş dike ku azadîxwaz û kesên welatparêz bibin hedef, niha jî PDK li beramberî dewleta Tirk vê rolê dileyîze.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Êrîşên dewleta tirk yê dagirkeriyê sînor derbaz kiriye û bi sedan kêlometre hatine nava xaka Başûrê Kurdistanê, PDK û sîxor ji ber berjewendiyê xwe hevkariya dagirkeriyê dike, di bûyerên herî dawî de jî diyar bû ku PDK bi awayek aşkere hevkariya dewleta tirk dike.

Di derbarê vê mijarê de hevseroka Tevgera Azadiya Komelgeya Kurdistanê Şehên Mihemed ji ajansa mere axivî û got: “Tirkiye û Îraq hevpeymanek îmza kirine ku sînorên hevdû heta 15 kêlometran dikarin derbaz bikin ji bo parastina sînoran. Herçendî ev rêketine bi zihnyetek ya desthilatdarê hatibe encamdan û ev hevpeymane bi xwe şaşe û dûrî berjewendiyê hemwelatiyên welatan deye. Eve ji bo berjewendiyê desthilatane, lê belê dewleta Tirk ew siyaseta ku li ser herêma Kurdistanê dimeşîne ji 15 kêlometran zêdetir sînorên Başûrê Kurdistanê derbaz kiriye, dibe ku bi zihnyeta dagirkeriyê nêz dibin. Piraniya ew tevgerên ku tên encamdan bi armanca dagirkeriya dewleta tirk û bi piştgiriya hêzên Nato û welatên cîhanê ne tenê 15 kêlometre, bi sedan kêlometre sînorê Başûrê Kurdistanê derbaz kiriye û her wiha sîstema dagirkeriyê li ser Rojavayê Kurdistanê dide meşandin.”

“Çarenûsa Rojhilata Navîn ku niha bi çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd bi nav dikin”

Şehên Mihemed da diyarkirin ku dewleta tirk nîha çav berdaye ser ew azadîxwaz û welatparêzan di bin navê berjewendiyê gelê Kurd de têkoşîn dikin. Minak Emîne Kakabawe li gel wê yekê ku ne hemwelatiyê Bakûrê Kurdistanê ye, lê belê dewleta tirk tenê ji ber ku li ser doza Kurd axiviye û parastiye daxwaz kirin ku li tirkiye were dadgehkirin ku eve ne yasayî ye û wiha dom kir: “Çarenûsa Rojhilata Navîn bi navê çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd bi nav dikin. Niha jî xeta têkoşînê azadî berxwedanê dikin, di heman demê de êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin û 30 kêlimetre zêdetir xaka Rojavayê Kurdistanê dagir kiriye. Her wiha li pey hev êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dikin. Lê belê pilanê wan tên şikandin û nikarin rê li pêşiya xeta têkoşîna azadiyê bigrin. Şikandina dewleta tirk bûye sedem ku berfirehbûna êrîş û pilanan, PDK rê ji bo wan xweşdikin, bêdengiya hikumeta Îraq û herêma Kurdistanê, ne tenê helwest nîşandan, belku dibin berjewendiyê xwede hêsan dikin. Rêyên asankirinê ji bo destwerdan û hatina dewleta Tirk di nava xaka Başûrê Kurdistanê de, zêdebûna destê sîxoran, her wiha belavkirina çandê di nava bajarên Başûr û di heman demê de bi rêya dironan êrîşê gelê sivîl dikin.”

“Nebûna yek siyaseta desthilatdaran li Başûrê Kurdistanê, rê ji bo dewleta tirk xweş dike”

Şehên Mehemed bi bîr xist ku baregihên dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê niha tenê bi dironan êrîş dikin û wiha got: “Armanca sereke ya dewleta tirk dagirkirina Başûrê Kurdistanê rêgirîkirina sîstema li dijî dagirkeriyê sekinandine, weke xwerêveberiya Rojavayê Kurdistanê. Nebûna yek siyaseta desthiladaran li Başûrê Kurdistanê û di heman demê de hevkarîkirina dagirkerane. Hebûna sîxoran bûye sedem ku dewleta tirk pilangeriyê li ser xaka başûrê Kurdistanê zêde bike û Başûr bike navendek sitratejîk ji bo lêdana xeta têkoşîna azadiya gelê Kurd. Li Başûrê Kurdistanê qeyran û pirsgirêkên aborî heye, ji ber wê tevgerên Îraq û dewleta tirk di bin metirsiyek mezin deye. Kurdistan bi giştî bi taybet Başûr, di serdema Osmaniyan de û di serdema ku êdî Kurd dibin xwedî sutatûya xwe û têkoşînekê rêve dibin, dagirker hewil didin komên bindest avabikin û sîxoran di nava hêzên têkoşînê de belav bikin. Ev di dîrokê de jî bi awayek berçav hatiye ditîn.”

“Zêdetir bi dezgahên asayişa mita tirk li Başûrê Kurdistanê tevger dikin”

Hevseroka Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê Şehên Mihemed da zanî ku pirsgirêka gelê Kurd herçendî ku qonaxên dijwar derbaz kirine, niha jî berxwedanî dikin, lê belê hertim di şoreşên cûda de hinek hene weke sîxor tevdigerin û dibin piştîvanên hêzên dagirkeriyê, di van êrîşan de jî şehîdxistina gelek kesên welatparêz piştras bûye ku sîxor li Başûrê Kurdistanê belav bûye. Asta hişyariya civakê jî gihaye wê astê ku li beramberî kêmek pare xwe di firoşin. Em hemû dizani dewleta tirk nikare bi asanî êrîş bike, ji ber li çiyayê Başûr ne şahrazaye, lê belê bi hevkariya sîxoran êrîş dikin, yek ji wan jî PDK ye ku bûye pêşeng û wiha dom kir: “Niha gelek gringe ku hişyarî û zanyariyên di berjewendiyê gelê Kurd de werin belavkirin. Her wiha gel bi xwe xwe li beramberî netewa xwe berpirs bibîne. Kêmkirina sîxoran di berjewendiyê xeta têkoşîna gelê Kurd de ye, ji ber ger gel ne hişyar be, siyaseta PDK di berjewendiya dagirkeriyê de ye. Wek rê daye dagirkeran êrîşî wargeha penaberan a Mexmûrê bike, bandora siyasetê bi awayekê rewşa jiyana hemwelatiya xistiye di nava zehmetiyan de. Lê belê ji ber yasa nîne û Îraq dengê xwe dernaxwe û PDK jî bi awayek azad hevkariya dagirkeriyê dike, PDK’ê bi rêya sîxoran tevgerek berfireh li Başûr daye destpêkirin. Başûrê Kurdistanê wek xakek bê xwedî lê hatiye. Başûr nebûye cihek bi aram ne tenê ji bo penaberan ji bo hemwelatiyan jî bi heman awayî ye.”