‘Em ê şoreş û destkeftiyên xwe ji êrîşan biparêzin’

Berdevka koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl êrîş û topbarana dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û li dijî êrişan banga parastina projeya netewa demokratîk û yekîtiyê li jinan û gelan kir.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Dewleta tirk bi riya êrîşên hewayî, ji 19'ê Mijdarê ve bênavber herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran dike. Di encama êrîşan de bi dehan welatiyan û şervanan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha binsaziya herêmê û jêderên jiyanê ziyanên mezin dîtin. Di vê çarçoveyê de me bi berdevka rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl re hevdîtin kir.

‘Dewleta tirk bênavber êrîş dike’

Mizgîn Xelîl da zanîn ku li ser tevahî Kurdistanê êrişekê topyekun heye û wiha qala êrişên 19’ê Mijdarê kir; “Dewleta tirk ji destpêka damezrandina Rêveberiya Xweser ve, gefan li herêmên me dixwe. Di destpêkê de bi rengekî veşartî bi riya destek û perspektîfdayîna komên çete weke DAIŞ û Cebhet El-Nusra êrîş kir. Bi têkbirina van planan û têkçûna çeteyan li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta tirk êrîşên bi armanca dagirkeriyê li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî pêk anî. Piştî van êrîşan, dewleta tirk rojane gef li herêmên din dixwar, bi vî rengî jî ev çend roj in bênavber êrîşên dijwar li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Dêrikê heta Şehbayê pêk tên. Di van êrîşan de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da her wiha binsaziya herêmê weke cihên petrol, gaz, mazot, eleketrîk û hwd. hatin rûxandin."

‘Dewleta tirk li dijî azadî û demokrasiyê şer dike’

Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî pêkhate cihê xwe di nav şoreşê de digrin û wiha pêl da axaftinên xwe; “Ev şoreş ji aliyê tevahî gelên azadî û demokrasîxwaz ve hat pejirandin û hembêzkirin. Li aliyekî din sedsal ber bi dawî ve diçe, bi taybetî hevpeymana Lozanê êdî sedsaliya xwe temam dike. Ev herdu xal metirsiyê ji bo dewleta tirk û tevahî hêzên desthilatdar çêdikin. Her wiha dewleta tirk ber bi hilbijartinan ve jî diçe, hikûmeta AKP/MHP'ê ji bo desthilatdariya xwe biparêzin êrîşên li ser herêmên me xistin rojevê."

‘Ev êrîş li hemberî şoreşa jinan e’

Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku ew van êrîşan li hemberî şoreşa jinan digrin dest û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Weke tevgera jinan em van êrîşan li ser şoreşa xwe dibînin. Beriya şoreşa 19'ê Tîrmehê deng, reng, misyon û nûnertiya jinan sînordar bû. Ev rewş ji bo tevahî jinên Rojhilata Navîn derbasdar bû. Ev yek jî xwe dispêre hişmendiya baviksalar û mêr-dewlet ku bi hezaran sal in civakê asîmîle kiriye. Bi şoreşê re jin herikîn tevahî qadên têkoşîn û jiyanê, ji destkeftiyên herî berbiçav jî modela hevserokatiyê ku jin di tevahî warên jiyanê de bûn xwedî rol, nêrîn û biryar çêbû. Bi taybetî jî şervanên YPJ'ê ku di berxwedana Kobanê de pêşengî kirin û ji bo bidawîkirina terora DAIŞ'ê çalakiyên fedayî pêk anîn. Ev artêşa jinan rastî û hêza jinên Kurd û tevahî jinan di tevahî civaka navdewletî de nîşan da. Ji ber vê mirov dikare bibêje ku di nava vê şoreşê de jinan careke din rola xwe ya dîrokî lîstin û heqîqeta xwe ya veşartî derxistin holê. Rêber Apo jî dibêje ku  ev sedsal a têkoşîna jinan e li hember hişmendiya zayendperest, nijadperest û desthilatdar. Ji ber vê ev hêz ji têkoşîn û destkeftiyên jinan ditirsin."

‘Parastina hebûn şoreş û destkeftiyên jinan bi yekitiyê pêkan e’

Berdevaka koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl bal kişand hesasbûn û krîtîkbûna pêvajoyê û pêvajoyê mîna “qonaxa hebûn û tunebûnê” nirxand. Mîzgîn Xelîl a got ku “Hebûna me bi parastina destkeftiyên vê şoreşê pêkan e.” bal kişand li ser girîngiya parastina pergala Netewa Demokratîk û wiha dom kir; “Projeya Neteweya Demokratîk, pergaleke ku azadiya jinan û civakê diparêze ye. Ji ber vê parastina vê projeyê, tê wateya bidestxistina azadiyê. Li ser vê bingehê em bang li tevahî jinên Kurdistanê dikin ku ji bo parastina destkeftî û şoreşa jinan divê em asta xwe ya têkoşîn û berxwedanê bilind bikin. Divê ku yekitî û hevgirtina jinan di asta Kurdistanî de pêk were û piştre di asta cîhanî de jin yekitiya xwe ava bikin. Em ê wiha hebûn û destkeftiyên xwe biparêzin. Her wiha em ê bi felsefeya jiyanê ya Rêber Apo a şerê gelê şoreşgerî têbikoşin û li rex hêzên xwe parastina vê xakê bikin."