"Derbasbikirina vê pêvajoyê bi çareseriyeke siyasî pêkan e"

Siyasetmedarên li kantona Kobanê gef, êrîş û lihevkirinên li ser Bakur û Rojhilat Sûriyeyê nirxandin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Êrişên dewleta tirk ên topyekûn li ser tevahî Kurdistanê bi rê û rêbazên cuda berdewam dikin. Lê bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta tirk bi gelek aliyên siyasî û leşkerî dilîze. Li aliyekî hewl dide aloziya Sûriyeyê kûrtir bike û li aliyekî jî êrişên bi armanca tunekirina şoreşa 19`ê Tîrmehê û pergala Neteweya Demokratîk pêk tîne.

Jinên siyasetmedar ên li herêma Firatê, pêvajoya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê Kurd û Sûriye bi giştî tê re derbas dibe ji ajans me re nirxandin.

"Dewleta tirk dixwaze projeya xwe ya Osmanî di Sûriyeyê de pêk bîne"

Endama komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurdên Sûriyeyê, Gulê Hesen bal kişand ser projeyên dewleta tirk ên li pişt êrişan û got: "Em weke partiya çep gef û êrişên dewleta tirk bi rengekî hesas digirin dest, ji ber ku rola xwe di kûrkirina aloziya Sûriyeyê de jî lîst. Em di têgihîştina armanca dewleta tirk de ne, ew dixwaze projeya xwe ya Osmanî li herêmên me pêk bîne û me weke Kurd bixe bin desthilatdariya xwe. Ji lewre rêbazên weke şerê taybet, ê sar, leşkerî di nava civakê de bi kar tîne da ku herêm vala bin û ew bi rengekî rehet dagir bike. Pêwîst e di vê rewşê de tevahî pêkhateyên li Sûriyeyê dijîn, di zanebûna êrîşên dewleta tirk de bin. Heger di roja îro de Serêkanî, Efrîn, Girê Spî, Ezaz, Bab û Cerablûs dagir kiribe dê di pêşerojê de berê xwe bide bajarên din ên Sûriyeyê jî. Em wek Partiya Çap planên dewleta tirk şermezar dikin û divê bênavber têbikoşin ji bo em çareseriyeke siyasî bi dest bixin û dawî li van êrîşan bînin."

"Dixwazin me dubare di qirkirinan re derbas bikin"

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk a navçeya Şêranê Fatma Osman wiha behsa rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir: "Pêvajoya ku em tê re diborin, li aliyekî ve girîng e û li aliyekî jî metirsîdar e. Em weke gelê Kurd di vê qonaxê de xwedî şoreş û proje ne, ji ber vê dewleta tirk û hêzên hegemon hewl didin careke din me di qirkirinan re derbas bikin û şoreşa me ji holê rakin. Ji ber vê em êrîşên di roja îro de ji dîroka xwe cuda nanirxînin. Dewleta tirk jî xwedî hişmendiyeke wisa ye ku xwe li ser tunekirin û qirkirina gelan mezin kiriye, niha jî ew di rewşeke hilweşînê re derbas dibin ji bo vê dixwazin xwe li ser hesabê gelê Kurd û bi êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêz bikin."

 "Gelê Kurd xwe da naskirin û bû xwedî gelek destkeftiyan"

Fatma Osman destnîşan kir ku asta gelê Kurd gihîştiyê rê li ber qirkirinan digre û wiha berdewam kir: "Em her dem dibêjin em ê dubare jî bikin. Rewşa gelê Kurd a di roja îro de ji salên sedsalên borî cudatir e. Em di roja îro de li tevahî cîhanê tên naskirin, berxwedana ku li Kobanê çêbûye û di encamê de DAIŞ têk çû cîhanê hemû xist bin bandora xwe. Her wisa şoreş û pergala Rêveberiya Xweser ji gelên Rojhilata Navîn û cîhanê re bûye çavkaniya hêvî û têkoşînê. Ev deh sal in em bi pergaleke demokratîk û wekhev xwe bi rê ve dibin her wiha di dirêjahiya van salan de tecrubeyên me yên leşkerî, siyasî, dîblomasî, aborî çêbûne. Piştî ewqas destkeftiyan, ne mumkin e ku em gavan paşve bavêjin. Ji lewre em ê bi hemû hêza xwe parastina şoreşê û pergala heyî bikin. Bi taybetî jî weke PYD`ê ku ji kevintirîn partiyên li herêmê ye, em ê pêşengiya bidestxistina çareseriyeke siyasî bikin." 

"Ji her demê zêdetir pêdivî bi yekitiya Kurdan heye"

Endama komîteya navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê Gulistan Etî nirxandin û nêrîna xwe wiha anî ziman: "Ev zêdetirî 10 salan e ku gef û êrîşên dewleta tirk li ser herêmên me ranewestiyane. Bi taybetî di van demên dawî de sivîlan bi rengekî rasterast bi riya balafirên bi çek ên bê mirov û hawanan hedef digre. Di roja îro de ji me tevahî Kurdan tê xwestin ku em yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Parastina herêm û destkeftiyên me bi vê yekê pêkan e. Êdî dem ew dem e ku em bi hev re li ser heman maseyê rûnin û bikaribin pirsgirêk û nakokiyan çareser bikin û êrîşan vala derxin. Ji bo rewşa Sûriyeyê jî heman xalên ku me anîn ziman pêwîst in. Ev zêdetirî 10 salan e ku Sûriye di krîzeke mezin re derbas dibe û gelek hêzên navneteweyî dixwazin çarenûsa wê diyar bikin. Em dibêjin ku pêdivî pê heye çareseriyeke siyasî ji bo aloziya Sûriyeyê jî were dîtin. Jixwe daxwaza me di pergala ku em îro dijîn de diyar e, em dixwazin Sûriyeya ne navendî û pir rengî ava bibe. Her pêkhateyek bi ziman, çand, bawerî û nasnameya xwe bijî."