Celîla Xelîl Osman: Em dev ji ax û welatê xwe bernadin

Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Amûdê Celîla Xelîl Osman di derbarê êrîşên dewleta Tirk ya li dijî herêmê axivî û wiha got: “Em ji dewleta Tirk û ji hevalbendên wan re dibêjin çi dibe bila bibe, em dev ji ax û welatê xwe bernadin.”

EBÎR MIHAMED

Qamişlo- Dewleta Tirk a dagirker ev çend rojin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike. Gundên hatine topbaran kirin gundê Til Zîwan a gundewarê bajarê Qamişlo, gundê Xanîka ya gundewarê Amûdê, navçeya Zirgan û gundewarên Dirbesiyê. Her wiha dewleta Tirk bi topan êrîşî Eyn Îsa û Girê Spî dike. Di heman demê de dewleta Tirk guh jî êrîşî bajarê Qamişlo kir û di encamê de birîndar û şehîd hene. Rêveberiya navçeya Amûdê ya girêdayê Kantona Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê Celîla Xelîl Osman têkildarî êrîşên tên pêkanîn ji ajansa me ra axivî.

 “Dewleta Tirk her roj û her seat êrîşî me dike”

Celîla Xelîl Osman êrîşên dewleta Tirk a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha nirxand: “Dewleta Tirk bê navber êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û di encamê de sivîl tên hedefgirtin, windahî û birîndarên giran çêdibin. Hemû welatî li ser axa xwe dijîn û dewleta Tirk wan gelan armanc dike. Ev gel mafê dewleta Tirk nexweriye û êrîşa wan nekiriye, lê mixabin dewleta Tirk her roj û her seat êrîşî me dike. Dewleta Tirk bi bajafirên bê mirov êrîşî bajarên me dike. Em ji dewleta Tirk û hevalbendên wan re dibêjin ku em tucaran dev ji ax û welata xwe bernadin. Çi dibe bila bibe em ê li ser vê xakê bijîn û weke jin jî em ê xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin.”

“Em ê bi berxwedana xwe bersiva êrîşan bidin”

Celîla Xelîl Osman helwesta xwe ya li dijî êrîşên dewleta Tirk wiha tîne ziman: “Em ji dewleta Tirk re dibêjin bes êrîşî me bike. Axa Rojavayê Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Bi gelek bedêlin giran ên zarokên me, ev ax hate avakirin. Cihê ku hêsir ji çavê dayikan bibarê, lê ji ber êrîşên dewleta Tirk xwîn dibare. Dewleta Tirk bê navber û bê sinor êrîşî me dike û bi awayekî rojane balafirên bê mirov li ser herêmên me digerin. Em wek gelê Rojavayê Kurdistanê, em ê bi berxwedana xwe bersiva van êrîşan bidin.”

“Çi dibe bila bibe, em dev ji axa xwe bernadin”

Celîla Xelîl Osman der barê êrîşên dawî ên dewleta Tirk a li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha dibêje: “Em wek jinên Amûdê û bi tevahî pêkhateyan em çûn ber dêriyê mafê mirovan ku mafê xwe bixwazin. Mixabin mafê mirovatiyê nîne û kes mafê kurdan naparêze. Zarokên me bê sûc li kolanan tên qetîlkirin û me doza van qetlîaman kir, lê belê bersiv nehat dayîn. Ev çend rojin dewleta Tirk bê navber êrîşî axa me dike û gelek maşok li Amûdê ketin. Gundê Xerezê jî maşok ket û gelek zarok û malbat li wan gundan dijîn, lê tirsek mezin hate jiyîn. Gelê wê gundê gotin çi dibe bila bibe, em dev ji mala xwe bernadin û niha li wir li hember dewleta tirk li ber xwe didin. Li gundê Xanikê ku eza li wê derê hebû, maşok li wir jî ked û di nav gel de zehmetî hatin jiyîn. Gelek jinên temen mezin hene ku nikarin bimeşin, ew jî dibin armanca êrîşên dewleta Tirk. Em dibêjin bese ji îxaneta dewletên navneteweyî ji gelê Kurd re. Îro hemû pêkhateyên li vir dijîn, dibin armanca êrîşan. Me tu suç nekiriye, em tenê li ser axa xwe dijîn û me êrîşî axa tirkan nekiriye û dewleta Tirk doza axa me dike û xwîna me dirjîne. Em evîndara azadiyê ne û em naxwazin êdî xwîn birije. Em naxwazin dayik bigirîn.”