Binpêkirinên li girtîgehan tên jiyîn, ji Bekîr Bozdag hat pirsîn

Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca ji Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag pirsa, "Gelo der barê berpirsyarên biryarên ku bûne sedema mirina girtiyan de lêpirsîn an jî lêkolînek heye?

Amed - Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Uca binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn û rewşa girtiyên nexweş anî rojeva Meclisê û bi daxwaza bersivdayîna Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag pêşnûmeya pirsê pêşkêşî meclisê kir.

Di pêşnûmeyê de ev hatin diyarkirin:

“Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 8 mehên sala 2022’an de herî kêm 50 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Beşek mezin a girtiyên ku navê wan di daneyên ÎHD'ê de derbas dibe, girtiyên ku tevî nexweşiyên xwe yên giran ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve rapora ku “dikare di girtîgehê de bimînin”, hatine dayîn in. Bijîjkên ATK'ê yên ji bo girti Îbrahîm Yildirim ê ji sedî 98 astengdar jiyana xwe ji dest da, Aysel Tugluk a teşhîsa nexweşiya demansê hat dayîn 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û Mehmet Emîn Ozkan ê 85 salî ku 4 caran anjiyo bûye û gelek nexweşiyên kronîk hene, rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” dane, herî dawî ji girtiya nexweş Makbule Ozer a 80 salî re bêyî piştgiriya wergervan dabîn bike û muayene bike rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” dabû.”

"Semîre Dîrekçî bi kelepçe birin ATK’ê"

Li gorî agahiyên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) daye, girtiya bi nexweşiya giran Semîre Dîrekçî ya li Girtîgeha Jinan a Amedê dimîne, dema birine ATK'ê di balafirê de kelepçeyên wê nehatine vekirin. Dîsa li girtiyek din a nexweş hat ferzkirin ku piştî ji dermankirina diranan vedigere, tampona di devê wê de ku piştî mudaxaleya cerahî hatiye danîn derbixe. Dewlet mecbûr in ku mafê jiyanê yên kesan biparêzin, ji ber vê yekê divê pêşî li binpêkirinên li ser girtiyên nexweş tên pêkanîn, bê girtin.” 

Di pêşnûmeyê de ji Bekîr Bozdag re ev pirs hatin kirin:

“* Dikare bê gotin, di encama biryarên ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve hatine dayîn de, bijîjkên ATK’ê  bi rêgeza bêalîbûna tibî tenê bi berçavgirtina mafên jiyanê û nexweşan îmze davêjin bin bipêkirinan?

* Biryarên ATK’ê yên mafê jiyanê yê girtiyan tune dihesibînin, bi kijan hiqûq û rêgaza mafên mirovan re li hev dikin?

* Der barê berpirsyarên biryarên ku bûne sedema mirina girtiyan de lêpirsîn an jî lêkolînek heye? Ger hebe di kîjan qonaxê de?

 *Sedema girtiya nexweşa giran Semîre Dîrekçî ya li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê dimîne, dema birine ATK'ê di balafirê de venekirina kelepçeyan çi ye?

*Ji bo pêşîgirtina binpêkirin û îşkenceyên ku girtiyan ber bi mirinê ve dibin, xebatek tê meşandin an na?

*Ji bo welatiyên ku bi tirkî nizanin û tê fêmkirin ku xwe bi zimanekî din/zimanê xwe yê zikmakî baştir îfade bikin, ji piştgiriya wergervan sûd bigirin dê rêkûpekirina zagonên pêwîst bên kirin an na?”