"Bêdengiya dewletên garantor tê wateyê ku piştgiriya dewleta tirk dikin"

Endam Partiya Yekitiya Demokratîk a Herêma Firatê, der barê êrîşên dewleta tirk a dagirker ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin de ji ajansa me re nirxandin kir.

BEYDA OSMAN

Kobanê - Dewleta tirk a dagirker, bû çend sal gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyyê bi êrîşên xwe tehdîd dike. Her ku gerîlayên li serê çiya li ber xwe didin û dibin bersiv ew vê yekê qebûl nake û bi balafirên xwe yên bê mirov li ser asîmanê Rojava her roj gel hedef digire.

"Serkeftin her dem para gelê şoreşger e"

Almaz Romî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku 10 sal di ser Şoreşa 19'ê Tîrmehê re derbas dibe di navbera van salan de gelek kar hatiye meşandin û got: “Karên ku di navbera van salan de hatiye kirin çi di aliyê jinan de be çi di aliyê karê giştî de be gelek ked hatiye dayîn. Jixwe çirûska Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Kobanê vêket, gelê Kobanê sîstema rejîma Baasê ji holê rakir û xwe bi rêve bir. Ji bo ku piraniya gelê Kobanê Kurd bûn herî zêde rejîma Baasê desthilatdariya xwe ya qirêj li ser gel dimeşand. Yên ku pêşengiya Şoreşa 19'ê Tîrmehê kirin jin bûn. Di demeke kurt de me xwe bi rêxistin kir saziyên xwe ava kirin me xwe bi xwe birêve bir. Ji ber ku yekemîn car Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbasî Kobanê bû gel xwe bi fikir û felsefeya  Rêber APO xwe bi rêxistin kirin. Lê bêtehmuliya dewleta tirk ji bo Kurdan derdikeve pêş naxwaze gel xwe birêve bibin. Her dem dixwaze gelê Kurd di bin desthilatdariyê de be ji ber ku dizane wê tunekirina sîstema wan a desthiletdar bi destên Kurdan be. Dema ku çeteyên DAIŞ derbasî Rojava bûn bi destên dewleta tirk bû. Lê bi saya şervanên YPJ'ê, YPG'ê û bi bi saya gelê Kobanê û ciwanên her çar barçeyên Kurdistanê yên ku canê xwe kirin feda û gihîştin asta şehadetê DAIŞ têk birin."

"Dewleta tirk pêşengên gelê Kurd hedef digre"

Almaz Romî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ku têkbirina DAIŞ’ê, bûye sedem ku dewleta tirk naçar bimîne û bi xwe dest bi şer bike û got: "Dewleta Tirk êrîşê Kantona Efrînê, Girê Sipî, Serê Kaniyê kir û wan deran dagir kir. Armanca wê ew e ku gel li ser axa xwe nejî. Xwest Rêveberiya Xweser ku beriya çend salan hatiye avakirin ji holê rake. Lê herî zêde armanca dewleta tirk hedefgirtina jinên pêşeng e. Di şahiya 19'Tîrmehê de dît ku çawa gel ji bo şoreşa xwe kêfxweş in serbilind in piştê wê bi du rojan li Kobanê bi balafirên xwe yên bê mirov hevalên me hedef girt. Ne tenê li kobanê li Qamişloyê jî civîna jinan hat çêkirin sê hevalên jin ên ku civînê bi rê ve dibirin ku dixwazin her dem jinan bi pêş bixin jinan azad bikin hatin hedefgirtin. Hevrîn Xelef a ku ji bo gelê xwe dixebitî û Zehra, Hebûn ên ku cihê xwe di Kongreya Star a Kobanê de girtibûn gihîştin asta şehadetê ji bo ku îradeya jinên Kurd were şikandin. Bi dehan salan êrîşê gelê Kurd kirin lê piştî civîna sêalî ya ku li Tehranê çêbû bersiva baş nehat girtin dewleta tirk dest bi êrîşan kir. Balafirên bêmirov bênavber êrîş dikin. Li Başûrê Kurdistanê li Zaxoyê komkujî bi ser wan de anî ev tê wateya ku dewleta tirk dixwaze her tiştî li gor wî be."

“Kobanê çawa ji DAIŞ'ê re bû goristan dê ji dewleta tirk û hevalbendên wê re jî wisa be"

Almazê di  dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dê projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser mezintir bibe û got: "Gel di van salan de gelekî xwe bi rêxistin kir, zana bû gel ne wek gelê berê ye. Rojane li ber çavên hemû cihanê êrîşên dewelta tirk li ser kesên sivîl kesên rêveber tên kirin. Her kes bêdeng e ew hêzên garantor tenê ji bo berjewendiya xwe şexî kar dikin qaşo ji bo parastina mafên mirovan li vir in lê bêdengiya wan dide diyarkirin ku ew hevkariya dewleta tirk dikin. Li Başûrê Kurdistanê ew komkujiya ku li wir hatiye çêkirin her kes behsa wê dike lê rojane li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê keç, xurt û zarokên me tên qetilkirin gelo ev zarok ne yên dê û bavê xwe ne. Bêdengî tê wateya ku Rûsya û Emerîka dijminên me yên herî mizin in. Ji bo vê jî em bang li tu kesî nakin tenê bangawaziya me ji gelê me Kurd re ku em wek gel dest bi hevdîtin û xwedî li hev derkevin. Gel û QSD bê hev nabin em hev temam bikin. Çawa ku Kobanê bû goristan ji DAIŞ'ê re wê bibe goristan ji dewleta tirk û hevalbendên wê re."