Ziyaretkirina malbata Ocalan hat astengkirin

Şandeya ku bi boneya protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin xwestin biçin gundê Amarayê hatin astengkirin.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bikişîne ser tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şandeyek şand gundê Amara ya bi ser navçeya Xelfetiya Rihayê ve. Ji gelek bajaran welatî û nûnerên van saziyan berê xwe dan Amarayê. Şandeya ji van saziyan pêk dihat xwest, meşek li dar bixe. Lê girse di ketina gund de ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin û destûr nedan şandeya ku parlamenterên HDP’ê jî di nav de biçin gund. Welatiyên ji Pirsûsê û Çewligê çûn xwe gihandin ber malê birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan û xizmê Ocalan Alî Ocalan mêvanên xwe pêşwazî kirin.

“Ji ketina me ya gundekê evqas ditirsin”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz astengkirina wan a ketina gundê Amarayê bi bîr xist û wiha got: “Ev neçariya desthilatê ye. Me îro xwest nîşan bidin ku birêz Ocalan ji bo demokrasiya Tirkiyeyê çi kesayetekî jêveneger e. Hemû cîhan pêşniyarên birêz Ocalan ên ji bo gelan dizane. Ne tenê kurd hemû gelên cîhanê ji bo azadiya birêz Ocalan, avakirina demokrasiyê têdikoşin. Her kes dizane ku felsefeya birêz Ocalan alternatîfa vê pergalê ye. Desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê dixwaza li Tirkiye û Rojhilata Navîn tecrîdê kûr bike û aloziyê belav bike.”

Salîha Aydenîz, banga bidawîbûna tecrîda 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê didome bi dawî bibe kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê tecrîd demildest bi dawî bibe. Hemû rêbazên antî demokratîk li Î mraliyê dest pê kirin û belavî girtîgehan û gelan bû. Hemû bêhiqûqî bingeha xwe ji bêhiqûqiya li Îmraliyê werdigirin. Sedemê qeyrana Rojhilata Navîn bêhiqûqiya li Îmraliyê ye. Qada hevpar a hemû gel lê têbikoşin, bilindkirina têkoşînê ya li dijî tecrîdê ye. Em ê her roj her saet diyar bikin ku astengiya herî mezin a pêşberî gelan tecrîd e. Em ê ji her derê berê xwe bidin Amarayê. Heta ku polîtîkayên tecrîd, talan, şer bi dawî bibe, em ê têkoşîna xwe ya demokratîk, civakî bidin domandin. Divê demildest dest ji polîtîkaya tecrîdê bê berdan.”

Malbata Abdullah Ocalan û mêvanên çûbûn gel wan ji Amara hatin Xelfetî û tevli daxuyaniya li vir bûn.