“'Zindana Êvîn bi saya vîna jinan veguheriye qada têkoşînê”

Çalakvana Îranî Nerges Mihemedî di nameya xwe de wiha got: “Zindana Êvînê bi îradeya jinan veguheriye qada têkoşîn û berxwedanê.”

Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafên mirovan a Îranî Nerges Mihemedî duh bi rêya tora dîjîtal ji girtîgeha Êvînê pêyamek şand û got: “Zindana Êvînê îradeya jin û mêran e ku ev zîndan veguherandiye qada têkoşînê ya li hemberî zordariya rejîma otorîter.”

Nerges Mihemedî bal kişand li ser girtina xwe ya berê di beşa jinan a li hundirê vê girtîgehê de kir û got: “Di heyama 5 salên ku ez di zindana Êvînê de mam, min navên zêdetirî 200 jinên ketin girtîgehê û ji girtîgehê derketin ezber kir û hinek ji wan hêj di girtîgehê de ne.”

Nerges Mihemedî çalakvana herî bi nav û deng a mafên mirovan a Îranê ye, ku bi çalakbûna xwe ya li dijî cezayê îdamê li Îranê û tundiya li dijî jinan û bi lêgerîna edaletê ji bo kesên ku di xwepêşandanên Mijdara 2019'an de hatin kuştin, tê naskirin.

Nerges Mihemedî di Çileyê 2021'an de bi heşt sal zindan û 70 qamçiyan bi tawana têkbirina ewlehiya neteweyî hate mehkûm kirin, piştî ku ew di Cotmeha 2020'an de hatibû berdan.