Zeynep Kuray serbest hat berdan

Rojnameger Zeynep Kuray a ku dema çalakiya karkerên înşaetê ya ji bo daxwaza mafên xwe lidar xistin dişopand û hat binçavkirin, serbest hat berdan.

Navenda Nûçeyan - Di roja 3’emîn a çalakiya karkerên înşaetê de ku li ber Emlak Konut GYO ya bi pêşengiya Înşaat-Îş û Dev Yapî-Îş ji bo mafê xwe bi dest bixin hat lidarxistin, duh hêzên ewlekariyê bi hinceta qedexeya ku Walîtiya Navçeya Ataşehîrê derxistiye, êrîşî karkeran kirin.

Piştî êrişa polîsan çalakgerên ku dest bi çalakiya rûniştinê kiriye rastî dorpêça polîsan hatin, rojnameger Zeynep Kuray û endam û nûnerên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) derb kirin û bi kelepçeyan binçav kirin.

Hate hînbûn ku rojnamevana girtî Zeynep Kuray serbest hatiye berdan. Zeynep Kuray li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew hatiye binçavkirin.