Zextên Talîbanê yên li dijî xwendekarên jin ên li zanîngehê didomin

Talîbanê xwendekarên keç ên zanîngeha Jowzjanê di mijara ku ji niha û pê ve rûyê xwe bipêçin û ji xeynî laçikên reş tu laçikên bi reng bi kar neynin de, hişyar kir, kesên ku quralan pêk naynin jî bi avêtina ji dibistanê gefê li wan xwar.

Navenda Nûçeyan-  Zextên Talîbanên ku li Afganistanê rêveberiya welat bi dest xist, li dijî jin û zarokên keç roj bi roj zêde dibin. Talîban, dibistanên ku zarokên keç dixînin girt, li zanîngehan bikaranîna laçikên "rengîn" qedexe kir û di perwerdeyê de xwendekarên jin û mêr ji hev cuda kir. Li welatê ku her roj qedexeyek nû tê jiyîn, vê carê ji bo xwendekarên jin ên ku dixwazin bikevin zanîngeha Jowzjanê hin qural hatin danîn. Talîbanê xwendekarên keç ên di mijara ku ji niha û pê de rûyê xwe bipêçin û ji xeynî laçikên reş tu laçikên rengîn bi kar neynin de, hişyar kir. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hat diyarkirin ku Talîbanê roja borî bi serokên fakulteya Zanîngeha Jawzjanê re hevdîtinek pêk aniye û quralên ku daniye ji rêveberiya dibistanê re vegotiye. Her wiha hat destnîşankirin ku ji roja duşemê pê ve quralên hatine danîn dê di meriyetê de bin.

“Bi avêtina ji dibistanê gef li me xwarin”

Xwendekarek ji zanîngeha Jawzjan ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide wiha got: “Sînordarkirinên Talîbanê yên li dijî jinan roj bi roj zêde dibin. Li Jawzjanê rayedaran gotin ku ji roja Duşemê pê ve dê xwendekar ji xeynî laçikên reş tiştek din bi kar neynin û neyên dibistanê. Em di dersan de jî neçar tên hiştin ku laçikên reş bidin serê xwe. Ger em quralan pêk neynîn, rastî gefa avêtina ji dibistanê tên.”

Heman pêkanîn li Zanîngeha Badakhshan jî heye

Rejîma Talîbanê ne tenê li zanîngeha Jawzhan, li zanîngeha Badakhshan jî xwendekarên keç neçar kir ku laçikê bi kar bînin. Her wiha rêveberiya zanîngeha Badakhshan bi cudakariya zayendî nêzî xwendekaran dibe, ji jinan re tenê rojek û ji mêran du roj ji bo perwerdeyê veqetandiye.