YPJ: Dewleta Tirk hewl dide DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) derbarê êrişên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî de daxûyaniyek nivîskî da û da diyarkirin ku armanca dewleta Tirk a ji van êrişan tola DAIŞ’ê girtin û ji nû ve zindîkirina DAIŞ’ê ye.

Navenda Nûçeyan – Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) derbarê êrişên dewleta Tirk a li ser heremên Bakur û Rojhilatê Surî û hedefgirtina tevahî pêkhatiyên heremê de daxûyaniyek nivîskî weşand û da diyarkirin ku armanca dewleta Tirk a ji van êrişan tola têkçûna DAIŞ’ê ji YPJ’ê girtin û li heremê ji nû ve zindîkirina DAIŞ’ê ye. Li hemberî van êrişan YPJ bang li tevahî gel, sazî û dezgehên demokrasîxwaz kir ku li ser dewleta Tirk doz vekin.

“Dewleta Tirk hewl dide tola DAIŞ’ê ji hêzên YPJ’ê bigre”

Yekîneyên Parastina Jin di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser armanca dewleta Tirk a ji nû ve zindîkirina DAIŞ’ê û wiha got: "Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengtiya hêzên YPJ’ê, keda gelê herêmê û bi xwîna dehan şervanên enternasyonalîst ve pêk hat, her dem bûye hedefa êrişên dewleta Tirk a dagirker û ew feraseta faşist bi alîkarî û fînansekirina çeteyên DAIŞ’ê, bi êrişên dagirkeriyê heya hedefkirina pêşengên şoreşa Rojava, êrişkariya xwe bi awayekî şênber raxistiye ber çavan. Dewleta Tirk a faşist bi van êrişan hewl dide tola DAIŞ ji hêzên YPJ’ê bigire û DAIŞ ji nû ve zindî bike.”

“Ji aliyê tu sazî û dezgehan ve helwest nehat nîşandan”

YPJ’ê di daxuyaniya xwe de bêdengiya sazî û dezgehên navnetewî bibîr xist û wiha domand: “Hemû cîhan dizane ku di pêşengtiya hêzên YPJ’ê de çeteyên DAIŞ têk çûn û bi vê serkeftinê şoreşa Rojava mezin bû û destkeftiyên YPJ’ê wisa ava bûn. Lê dewleta Tirk a dagirker û çete di sala 2016’an û vir de li Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dîsa li herêmên dagirkirî bi tacîz, tecawiz, revandina mirovan, ziyanên madî û manewî, guhertina demografî, kiryarên asîmîlasyonê, qaçaqî û talankirina cihên dîrokî, talankirina xwezayê heya êrişên tang, top û balafirên keşfê ve her cure êrişê pêk tîne û mafên mirovan bin pê dike. Ev êrişên dewleta Tirk a dagirker û çete li ber çavê hemû cîhanê pêk tên û heya roja îro li hember van êrişên hovane jî, ji aliyê tu sazî û dezgehan ve helwest nehatiye nîşandan.”

“Divê doz li dewleta Tirk bê vekirin” 

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî gelên azadîxwaz kir ku li hemberî kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk doz lê bê vekirin û wiha got: “Li ser vî esasî bangawaziya me ji gelê me, sazî û dezgehên demokrasîxwaz ew e ku her kes li hember van êrişan li hember dewleta Tirk a kujer û çete doz vekin. Di heman demê de em ji Konseya Ewrûpa û Netewên Yekbûyî re dibêjin van sûcên dewleta Tirk a dagirker û çete bixin rojevên xwe û li hember van sûcan helwestên şênber ên ku van êrişan bide sekinandin raber bikin. Dîsa hemû kesên parêzkar, parêzerên dost re dibêjin ku ew jî xwedî li vê dozê derkevin û parêzeriya vê dozê bikin.”