Yekmîn Kongreya Yekitiya Jinên Ermenî dest pê kir
Di bin dirûşma “Jinên Ermenî li dijî tundî û neheqiyê ye” Yekitiya Jinên Ermenî piştî qirkirina 107 salan xwe li Sûriyeyê bi rêxistin kir û kongreya xwe ya yekemîn li dar xist.
Hesekê-Di dîrokê de cara Yekemîn Yekitiya Jinên Ermenî piştî qirkirina 107 salan xwe li Sûriyeyê bi rêxistin kir û îro li Taxa Til Hecer a Bajarê Hesekê Kongereya xwe ya Yekemîn bi beşdarbûna 150 delegeyan li dar xist. Di kongreyê de Kongra Star, Yekitiya Jinên Suryan, Tabûra Şehîd Nûbar a Leşkerî, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Demokratîk PYD, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Endam û Rêveberiyên saziyên civaka sivîl amade bûn. Kongre bi navê Têkoşer Sîlva Kabûtîkyan bi deqeyek rêzgirtinê des pê kir.
Paşê endama Meclisa Civaka Ermen Losîn Erdniyan bixêrhatina hemû beşdaran kir û kongereya yekemîn a yekitiya jinên Ermen li tevahî jinên cîhanê pîroz kir.
Paşê sînevîzyon li ser kar û xebatên jinan û rolan wan a di perwerdekirina jinên Ermen de hat pêşandan.
Endama Meclisa Civaka Ermenî Losnak Kavoriyan da zanîn ku jinên Ermen li dijî qirkirin û planên komkujiyê xwedî îradeyek mezin in û wiha axaftina xwe domand: “Komkujiya 1915’an di dîrokê de xwedî êşeke mezin e ji bo civaka Ermenî ev komkujî bû sedema koçberiya jin, zarok, kal û pîran her wiha bi milyonan mirov şehîd bûn. Armanca dewleta Osmanî ew bû ku gelê Ermenî qir bikin û dîrok û çanda wan tune bike, ev siyaset îro dewleta tirk a dagirker berdewam dike. Lê îro jinên Ermen li dijî hemû planên qirkirinê di bin sîwana Rêvberiya Xweser de xwe bi rêxistin kirine û yekitiya xwe ava kirine. Ev bersivek ji planên qirêj ên dewletan re ye. Di heman demê de jinên Ermenî ji bo parastina xaka xwe di warê leşkerî de xwe birêxistin kirin û hêza xwe ava kirin. Di komkujiya 1915’an de jin rastî şîdet, firotin û tecawizê hatin. Îro jî dewleta tirk bi riya çeteyên DAIŞ’ê vê siyasetê li dijî jinan berdewam dike û ev yek di komkujiya Şengalê hat dîtin. Ji ber ku jin civakê perwerde û zana dikin, îro bi hemû rêbazan tên hedefgirtin. Em wekî yekitiya jinên Ermenî vê siyasetê qebûl nakin û em ê bi têkoşîna xwe rê li ber van kiryaran bigrin.”
Endama Tabûra Şehîd Nûbar Ozaniyan Hayistan Barbara teqez kir ku Yekitiya jinên Ermen di parastina mafên hemû jinan de xwedî roleke girîng e û wiha got: “Dewletên desthilatdar jinên ji her pêkhateyê dikin hedef, dixwazin kole bimînin lewma bi hemû rê û rêbazan êrîş dikin û li dijî nirx û destkeftiyên wan şerekî qirêj didin meşandin. Jinên Ermenî di komkujiya 1915’an de pir êş û azar dîtin û kişandin, di nava pêlên koçberiyê de çand, ziman û dîroka xwe winda kirin lê bi yekitiya jinên Ermenî û avakirina meclisa civaka Ermenî û hêza leşkerî careke din gelê Ermen bi pêşengiya jinan xwe bi rêxistin kir û li dijî êrîş û dagirkeriyê têkoşînek mezin bi yekitî û israr dide meşandin. Armanca me wekî jin ew e ku em îro bi rêxistinbûyîna xwe bikaribin xak û gelê xwe ji êrîşan biparêzin. Em xwedî îradeyek xurt in kes nikare li ber îradeya me ya azad bisekine. Jinên Ermen li dijî kevneşopiyên civakê yên ku jinan dikin kole îro li ber xwe didin û ji bo guhertina hişmendiyê kar û xebatên pîroz didin meşandin.
Kongre bi axftinan berdewam dike.