Yek ji Dayikên Plazo De Mayo, Nora Cortiñas jiyana xwe ji dest da

Endama damezrîner a rêxistina Dayikên Plazo De Mayo Nora Cortiñas ku ev çend roj bûn di çavderiya awarte de bû, şeva 30’ê Gulanê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan - Endama damezrîner a rêxistina Dayikên Plazo De Mayo ku ji serdema dîktatoriyê ve li Arjantînê ji bo dîtina zarokên xwe yên windabûyî hatibû avakirin, Nora Cortiñas şeva 30’ê Gulanê jiyana xwe ji dest da.

Nora Cortiñas ku çend rojan di çavderiya awarte de bû, di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Nora Cortiñas a ku li dijî dîktatoriyê bû sembola bîr, heqîqet û edaletê alîgirê têkoşîna gelê Kurd bû.

Nora Cortiñas ku ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a di sala 2018’an de ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di Adara 2019’an de ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re cara duyemîn serdana  Kurdistanê kir.

Herî dawî jî beşdarî kampanya, civînên çapemeniyê û çalakiyên li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk bû.

Belgefîlma bi navê 'Pañelos Para la historia – (Ji bo dîrokê laçik)' êş û berxwedana hevpar a dayikên Kurd û dayikên Arjantînî nîşan da. Nora Cortiñas jî di nava bangawaziyên li parzemînê de Pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re Statuya Siyasî' ya ku di meha Cotmehê derbasbûyî de hatibû destpêkirin de bû.