Xwişka Cemîl Kirbayir ku hatî windakirin Fatma Kirbayir jiyana xwe ji dest da

Xwişka Cemîl Kirbayir ku di binçavkirinê de hatî windakirin Fatma Kirbayir, bêyî aqûbeta birayê xwe hîn bibe, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Cemîl Kirbayir li Gundê Okçû yê navçeya Goleya Erdexanê di pêvajoya darbeya leşkerî de 13’ê îlona 1980’an de hate binçavkirin û piştre tu agahî jê nehat girtin. Xwişka Cemîl Kirbayir Fatma Kirbayir jiyana xwe ji dest da.

‘Weke dayîka me Berfo bêyî ji Cemîl xeber bigre ji nav me çû’

Di heman demê de Fatma Kirbayir  li gel Dayik/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda hîn bibin têdikoşiya. Piştî ku Fatma Kirbayir jiyana xwe ji dest da Dayikên Şemiyê li ser hesaba xwe ya medya dijîtal peyama sersaxiyê parve kir û wiha gotin: “Xwişka ji yek windayê me yê 12’ê Îlonê Cemîl Kirbayir, hevala me ya têkoşînê Fatma Kirbayir jî, wekî dayika me ya Berfoyê, bêyî ku ji Cemîl agahiyekî bigire ji nav me çû. Êşa me mezin e.”

Cenazeyê Fatma Kirbayir dê sibê li Mizgefta Îçerenkoy Gokyîgîtê, piştî nimêja nîvroyê li goristana Gundê Okçû ya navçeya Gole a Erdexanê were veşartin.