Xwepêşandan li zaningehên Rojhilat û Îranê belav bû

Çalakiyên ji bo jina Kurd Jîna Mahsa Emînî ya li Tehrana paytexta Îranê hat qetilkirin li zanîngehan belav bûn, li gelek welatên cîhanê jî çalakiyên piştgiriyê tên lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên ku ji bo Jîna Mahsa Emînî ya ji aliyê rejîma faşîst a Îranê ve hat qetilkirin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpê kir di roja 15’emîn a xwepêşandanan de veguherî serhildanê. Duh gelek kes beşdarî greva giştî bûn. Xwendevanan li welat zaningehan boykot kirin, kargeh dikanên xwe venekirin. Li bajarên Sine, Urmiye, Kirmanşan, Merîwan, Bokan, Degulan û Pewe jî çalakî berdewam kirin.

Li Bokanê birîndar hene

Hate hînbûn ku li Merîwanê çalakvanek dema ku rejîma Îranê êrîşî hemû çalakiyan kir, hate qetilkirin. Gelek çalakvan birîndar bûn. Her wiha di êrîşên ku li xwenîşandanên Bokanê hatine kirin, hin xwepêşander birîndar bûne.

Li Zahidanê tundiya polîsan

Di çalakiyên roja Înê yên li Sîstan û Belûcistanê hatin lidarxistin de 58 kes jiyana xwe jidest dan û 270 kes jî birîndar bûn. Di çalakiya duh a li Zahîdanê de hêzên Îranê dîsa bi tundî mudaxele kirin.

Li Tehran, Kirman, Meşhed, Erak, Tewrêz, Şehir Kurd, Ahwaz, Buşehir, Bandar Abbas, Reşîd û gelek bajarên Îranê xwepêşandan hatin lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên “Jin, Jîyan, Azadî” û “Bimre dîktator” hatin berzkirin.

Çalakiyên li zanîngehan

Gelek xwendekarên zanîngehê jî li welêt xwenîşandan li dar xistin. Li gorî daxuyaniya Yekîtiya Xwendekarên Îranê, zanîngehên ku çalakî li dar xistine ev in: Zankoya Zanist û Teknolojiyê ya Beheştî, Zanîngeha Şerîf, Zanîngeha Azadî ya Tehranê, Zanîngeha Azadî ya Tehranê Şaxa Bakur, Zanîngeha Azadî ya Tehranê Herêma Ponek û Beşa Zimanên Biyanî Edebiyat, Zankoya Teknolojiyê ya Esfahayê, Zanîngeha Ferdows Meşhed, Zanîngeha Zanbanê, Zanîngeha Xurazmî.

Welatiyên bajarê Kerecê jî li ber Zanîngeha Azadî xwepêşandan kirin. Şêniyên Şêraz û Guherdeştê li derveyê zanîngehê çalakî li dar xistin.