Xwendevanên Îranê li dijî jehrîbûnê biryara boykotê dan

Tevgera Yekitiya Xwendekarên Îranê ku diyar kir li zanîngehên Îranê jehrîbûna xwendevanan ya bi xwarinê bi qestî ye, bang li xwendevanan kir ku xwarinên zanîngeh û yûrdan boykot bikin.

Navenda Nûçeyan - Li Îranê di zanîngehan de jehrîbûna xwarinê zêde dibe. Piştî xwendekarên Zanîngeha Teknolojiyê ya Îsfehanê, Zanîngeha Xwarezmî Karac, Zanîngeha Allamah Tabatabai, vê carê jî xwendekarên Zanîngeha Teknolojiyê ya Arakê ji ber xwarinê jehrî bûn. Hejmarek zêde xwendevan ji ber jehrîbûna xwarinê ya duh bi şev hat jiyîn, rakirin nexweşxaneyê.

Tevgera Yekitiya Xwendekarên Îranê bang li hemû xwendevanên zanîngehê kir heta 16’ê Kanûne xwarinên zanîngehan û yûrdan boykot bikin û xwest di dîrokên 14, 15 û 16’ê Kanûnê de xwepêşandanên nêrazibûnê û mîting bên lidar xistin.