‘Xwedîderketina kesên xwedî pêwistiyên taybet erkeke mirovî ye’

Endama Rêxistina Nûdem Yasmîn Tamir rewşa kesên xwedî pêwistiyên taybet a derûnî û civakî nirxand û got ku ji ber şer û êrîşên li herêmê çêdibin pêwîstiya wan bi piştgiriya derûnî heye û ev erkeke mirovi ye.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Li gorî pêwîstiyên piştgirîdayina kesên xwedî pêwistiyên taybet, beriya salekê Kongra Star li bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, komîteya civakî ava kir. Rêxistina Nûdem a Amadekirin û Geşedanên Mirovî ya kesên xwedî pêwîstiyên taybet ku yek ji komîteyên Komîteya Civakî ya Kongra Star e, ji bo xwedî pêwîstiyên taybet li bajarê Til Temirê xebatan dimeşîne. Li ser xebatên komîteyê endama Komîteya Civakî ya kesên xwedî pêwîstiyên taybet Yasmîn Tamir axivî.

Li gorî bilançoya ku heta niha li bajar û hejmarek ji gundan hatiye amadekirin zêdetirî 357 xwedî pêwîstiyên taybet  hene, hêjayî bibîrxistinê ye ku heta niha qeydkirina navên wan didome.

'Piştgiriya derûnî û civakî pêwîstiyek e'

Yasmîn Tamir di destpêka axaftina xwe de got ku kesên xwedî pêwîstiyên taybet pêwîstiya wan bi piştgiriya derûnî û civakî heye û wiha qala mafên ku divê bi dest bixin kir: "Pêwîstiya her kesên xwedî pêwîstiyê taybet bi alîkariyê, piştgiriya derûnî û civakî û bi bidestxistina mafê perwerdeyê heye. Li herêmê kesên xwedî pêwîsitiyên taybet  bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin û tên bikaranîn ji lewre ev dihêle ku di kesayeta wan de bêbaweriyek çêbibe. Tê xwestin ku zeyîftiyên ku ev kes dijîn, neyên bikaranîn."

Bandorên li ser kesayet, pîşe û civakiya xwedî pêwîstiyên taybet  ên zikmakî û şer

Yasmîn Tamir got ku astengdarî du şêweyên wê hene û wiha anî ziman: "Astengdariya zikmakî û astengdariya şer heye. Astengdariya zikmakî ji dema jidayikbûnê çêdibe, çavkaniyên wê jî xwe dispêrin zewaca xizimtiyê û nelihevhatiya xwînê ya jin û mêr. A rast ew e ku jin û mêr beriya zewacê îmze, tehlîlên xwe yê xwînê çêbikin û rê li ber zêdebûna astengdaran bigrin. Ji encamên xwedî pêwîstiyên taybet  zikmakî ve quadriplegia e ew felcek e ku dibe sedema nekarîbûna tam a bikaranîna hemû dest û lingan, felcbûna mejî, telasîmiya, sendroma downê û korbûnê. Astengdariya şer jî tê wateya windakirina can dest ango lingê wan di nav şer û êrîşan de. Ev hemû jî bandorê li kesayet, pîşe û civakbûyîna kesên astengdar dike."

Cureyên astengdariyê û çawaniya tedawîkirinê

Yasmîn Tamir der barê cureyên astengdariyê û çawaniya tedawîkirina wê de got: "Astengdariya tevgerî û astengdariya hestiyayî heye û her du jî bandorê li rêveçûna jiyan, tevger û têkiliyên wan ên civakî û danûstandina di nava civakê de dikin. Pêwîstiya wan jî bi gopal, kursiyên bi teker û tiştên protez çêdibe. Astengariya hestiyayî jî ji astengdariya nebihîstin, nedîtin, fikrî û derûnî pêk tê. Di vê qonaxê de pêdivî bi zimanê îşaretan heye, dema ku mirov ji ber dengê teqîn an jî derbaskirina şewqekê astengdariya nebihîstinê dijî. Kesên ku nabînin jî divê xwe bispêrin pergala Braille ku pergaleke xwendin û nivîsandinê ya girîng e ku ji hêla mirovên kor û kêmbîn ve tê bikar anîn. Herwiha li gorî ast û pêwîstiyê jî dikarin gûzlig û lensên reçeteyê bikarbînin."

Hunera danûstandinê bi kesên xwedî pêwîstiyê taybet re girîng e’

Yasmîn Tamir da payin ku hunera danûstandina bi kesên xwedî pêdiviyên taybet re gelek girîng e ku her kes pêk bîne û wiha got: "Hunera danûstandina bi kesên temenê wan mezin re destpêkê divê ku dema em wan bibînin bişirînê li ser rûyê wan çêbikin, pêwîst e li ber wan pirsgirêkên malbatî neyên nîqaşkirin û bi wan nedin hîskirin ku ew kêm in an jî guneh in. Her wiha divê em lêleka kesên xwwedî pêwîstiyên taybet ên li ser kursiyê rûnên û hêzaya çavên me bi çavên wan re be. Xwedî pêwîstiyên taybet ên  kor jî divê em destên wan bigrin û kesên amade bi wan bidin naskirin, bi dengên bilind bi wan re neaxivin û mijaran bi awayekî zelal bi wan re parve bikin. Hunera danûstandina bi zarokên xwedî pêwîstiyên taybet re jî wiha ye; em ji wan netirsin, li dibistanan divê xwe kêmî zarokên din nebînin, bi lîstikên wan werin lîstin, ji xwarina wan were xwarin û parvekirinek hebe. Ya girîng ew e ku civak wan hembêz bike. Divê ku em hunerên wan ên veşartî keşif bikin û li ser wê bixebitin da ku bibin xwedî huner û pîşe."

'Piştgirên yekem malbat in'

Yasmîn Tamir got ku bandora şer herî zêde li ser li beşên xwedî pêwîstiyên taybet herî zêde kiriye û wiha daxwaz ji malbatên wan kir: "Di nav şerê ku li herêmê diqewime de yên herî zêde di warê derûnî fizîkî û civakî de zirar dibînin kesên xwedî pêwîstiyên taybet in. Ji lewre di serdanên me yên malan de ev hat xuyakirin ku bi qasî pêwîstiya wan bi piştgiriya derûnî heye, bi piştgiriya madî nîn e. Pêwîst e ku malbat jî piştgiriya derûnî bidin wan û li benda rêxistinên mirovî nemînin, da ku zarokên xwe ji dest nedin."

Ji bo piştgiriyê pêwendî bi rêxistinên mirovî re tê çêkirin

Yasmîn Tamir bal kişand ser hewldanên komîteyê ji bo piştgiriya kesên xwedî pêwîstiyên taybet û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Berî çend mehan me dest bi xebatên komkirina nav û cureyên kesên xwedî pêwîstiyên taybet li bajarê Til Temir û gundewarên wê kir. Koçber jî di nav de hene. Niha lîsteyek amade ye lê belê qeydkirina navan li gundan didome û heta niha bîlançoya dawî derneketiye. Li ser bingeha bilançoya me derxistiye, em bi rêxistinên mirovî yên herêmî re ketine pêwendiyan da ku piştgiriyê ji bo bidin pêşkêşkirin. Her wiha li gorî pêwîstiya her kesên xwedî pêwîstiyên taybet alîkariya pêwîst çi be divê were pêşkêşkirin. Niha em di pêvajoya pêwendiyan de ne bi rêxistinên mirovî yên herêmî re."

'Xwedîderketina li kesên xwedî pêwistyên taybet  erkeke mirovî ye'

Yasmîn Tamir bang li sazî û rêxistinên mirovî yên herêmî û cîhanî kir ku berê xwe bidin bajarê Til Temirê yê ku zêdetirî 5 sal û nîv e bi êrîşên dewleta Tirk re rûbirû dimîne û wiha sedema wê anî ziman: "Li vir beşên kesên xwedî pêwîstiyên taybet herî zêde ji şer û dengê top û teqînan zirarê dibînin, ji mirovên din bêtir pêwîstiya wan bi piştgiriya derûnî û fizîkî heye. Divê xwedîderketinek ji bo wan hebe û piştgiriya wan were kirin, ji ber ev erkeke mirovî ye."