Xizmên Windayan di hefteya 707’an de li aqûbeta Osman Buluttekîn pirsîn
Xizmên Windayan, di hefteya 707’emîn a çalakiya xwe de li aqûbeta Osman Buluttekîn pirsîn ku ji aliyê kesên ku xwe weke polîs dan nasîn ji malê xwe bi zorê hat girtin û careke din agahî jê nehat girtin.
Amed - Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 707’emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizndin” li dar xistin. Malbatan vê hefte li ber Birdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê li hev civiyan.
Di çalakiya ku wêneyên windayan hatin hilgirtin de, vê hefteyê aqûbeta Osman Buluttekîn ê ku di 23'ê Tebaxa 1995'an de ji aliyê 4 kesên çekdar ku xwe weke polîs dan nasîn ji malê hate girtin û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.
Wî ji malê birin
Endamê Şaxa Amedê ya Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Firat Akdenîz dema serpêhatiya Buluttekîn xwend, diyar kir ku Bûlûttekîn ê li Yeşîlkoya navçeya Qulpê ya Amedê ji dayik bûye, piştî gundê wî ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin koçî navenda navçeyê kir. Akdenîz da zanîn ku di şeva 23'ê Tebaxa 1995'an de ji ber pevçûnê ketin û derketina navçeyê hatibû qedexekirin û kesên bi çekên giran ku xwe weke polîs didin nasîn bi ser mala malbata Buluttekîn ya ku 100 metre dûrî Qereqola Cendermeyan û Qeymeqamtiya Navçeyê ye de girtin û got: “Bi gotina ‘em ji emniyetê tên û kêmek karê me bi te heye’ Osman Buluttekîn bi zorê ji mala wî birin. Di serdegirtinê de kabloyên telefonê yên malê ji aliyê polîsan ve tên birîn. Osman Buluttekin ê 35 salî ku li emniyetê dixebitî bi rengekî ku tenê pîjama li ber kiribû û şimik li pê kiribû, bi darê zorê ji malê birin.”
Firat Akdenîz bi bîr xist ku malbata Osman Buluttekîn diyar kiriye ku 3 meh beriya Osman bê wendakirin, piştî salek û 2 mehan ku di girtîgehê de mabû ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê berdan, timî li ser telefonê gef lê tê xwarin û malbatê serî li Midûriyeta Emniyetê ya Qulpê û Fermandariya Cendirmeyan daye. Akdenîz ragihand ku li Emniyetê ji dayika Karîban Buluttekîn re gotine, “Me negirtiye, lê em soz didin we, em ê wî bibînin.” Lê hemû hewldanên malbatê bê encam man.
Xizmên windayan piştî xwendina çîrok Osman Buluttekîn, çalakiya rûniştinê pêk anîn.