Xizmên windakiriyan li aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz pirsîn

Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amedê di hefteya 729'an de li aqûbeta Serokê HADEP’ê yê navçeya Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê wê Ebûbekir Denîz ên ku 2001’ê de li Silopiyayê hatine windakirin, pirsîn.

Amed-  Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 729’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin, vê hefteyê li aqûbeta Serokê HADEP'ê yê Navçeya Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê partiyê Ebubekîr Denîz ên ku di sala 2001'ê de çûn Fermandariya Leşkeran a Navçeya Silopiyayê û piştre careke din agahî ji wan nehat girtin, pirsîn. 

‘Sepanên girtine ji bo serîtewandina rojnamegerên Kurd tê bikaranîn’

Di destpêkê de Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven axivî. Guven anî ziman ku ji ber nasnameya Kurdbûnê mirov hatin qetilkirin, windakirin û wiha got: “Sedema pirsgirêkên heyî jî neçareserkirina pirsgirêka Kurd û polîtîkayên zext, tundî û pişaftinê ku li dijî Kurdan tê bikaranîn in. Di meha Hezîranê de gelek rojnamegerên Kurd hatin girtin. Lê piştî ku rojnameger hatin girtin tevî ku ewqas dem derbas bû jî der barê wan de tu îdianame nehat amadekirin. Her wiha ji bo girtina wan tu delîlek şênber jî tune ye lê rojnameger bi awayekî keyfî tên girtin. Em jî weke ÎHD dibêjin bila rojnameger demildest bên berdan. Sepanên girtine ji bo pêşî li sucan bê girtin heye lê mixabin wekî her car niha jî ew sepan ji bo serî tewandina rojnamegerên Kurd tê bikaranîn.”

‘Heta daxwazên me bi cih neyên em ê çalakiya xwe bidomînin’

Yakûp Guven, bi bîr xist ku têkildarî serokên 12 baroyên bajarên bakurê Kurdistanê ku der barê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyanî dan lêpirsîn hate vekirin û wiha berdewam kir: “Çend roj berê der barê serokên baroyan de ji ber ku banga aştiyê kirin lêpirsîn dan destpêkirin. Ew baro jî hemû yên vê erdnîgariyê ne. Divê dev jî van sepanên ku rê li ber pêvçûnê vedike û pirsgirêkan çareser nake bê berdan û pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareser kirin. Em dixwazin ku hemû windakirî bên dîtin û kujerên nediyar bên dîtin û darizandin. Heta daxwazên me bi cih werin em ê çalakiya xwe bidomînin.”

‘Piştî ku çûn qereqolê tu agahî ji wan nayê girtin’

Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Cîgira Serokê ÎHD’ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr ve hat xwendin. Ezgî Sila Demîr diyar kir ku Serdar Taniş û hevalên wî xwestine li Silopî rexistina HADEP’ê ava bikin ji ber wê jî her tim rastî gefên Fermandarê Leşkeran ê Şirnaxê Levent Ersoz hatine. Ezgî Sila Demîr anî ziman ku tevî zextan jî li Silopiyayê rêxistina HADEP’ê tê avakirin û wiha got: “Serdar Taniş jî dibe Serokê HADEP’ê yê navçeya Silopiyayê ye lê piştî vê zext hê zêde dibin. Fermandariya Leşkeran a navçeya Silopî ji bo îfadeyê bang li Serdar Taniş û rêveberê HADEP’ê yê navçeya Silopiyayê Ebûbekir Denîz dike. Ew jî diçin qereqolê û piştî wê rojê tu agahî ji wan nayê girtin.”

‘DMM’ê Tirkiye berpirsyar dît û mehkûm kir’

Ezgî Sila Demîr, destnîşan kir ku ji ber lêpirsîneke bi bandor nehatiye destpêkirin di sala 2015’an de dosya bi neşopandinê bi encam bûye û wiha bi dawî kir: “Piştî vê serî li DMME’yê tê dayîn. DMME’yê piştî vê serlêdanê derê barê windakirina Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz de Tirkiye berpirsyar dît û mehkûm kir.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.