Xizmên wendayan: Ender Togcû 28 sal in li ku ye?

Xizmên wendayan ên li Amedê hatin gel hev, di çalakiya xwe ya hefteya 721’emîn de aqubeta Ender Togcû ya 28 sal berê hat wendakirin pirsîn.

Amed - Malbatên Windakiriyan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 721’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Malbatên ku wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin vê heftê aqûbeta Ender Togcu yê ku di sala 1994’an de li navenda Amedê di bin çavan de hatiye windakirin pirsîn.

Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz çîroka Ender Togcû ye ku di  29’ê mijdara 1994’an de li navenda Amedê di binçavan de hatibû windakirin xwend. Firat diyar kir ku di 29’ê mijdara 1994’an saet 22.00’an de polîsan bi ser mala bavê Ender Togcû, Huseyîn Togcû de girtine, tundî li wan kirine û pirsa Togcû kirine. Firat bi lêv kir ku polîs bi heman awayî bi ser mala birayê Togcû Alî Togcû de jî digrin û wiha qal kir: “Bi heman awayî ji wî re jî pirsa Ender Togcû dikin. Alî Togcu ji polîsan re dibêje, ‘saet di 15.00’an de ji cem min çû niha nizanim li ku ye’. Pişt re polîs careke din vedigerîn mala bavê Ender Togcû û dibêjin, ‘li mala we çek heye hûn dê çekê radestî me bikin’ û diçin çekê derdixin û dibêjin cihê ku we çek lê veşartiyê zarokê we Ender ji me re gotiye û saet di 24.00’an de ji malê derdikevin.”

Di bin çavan de qêrînên Enderê hat bihîstin

Di berdewama axaftina xwe de Firat anî ziman ku birayê Ender Togcû piştî wê rojê li kahwexaneyê ji aliye polîsan ve tê binçavkirin û wiha domand: “3 rojan di bin çavan de pirsan ji wî dikin. Bira Alî Togcû ji polîsan re dibêje ‘min ew nedîtiye’ li ser vê gotinê, polîs dibêjin ‘derewan neke me ew girtiye li ser wî lîsteyek derket. Di wê lîsteyê de bihayê bêtêl û pîlan jî hebû.’ Li gor gotinên bavê Ender Togcû Huseyîn Togcû, birayê Ender Togcû Alî Togcû di bin çavan de qerîna Ender dibihîse. Alî Togcu piştî sê rojan li ser rêya Erganiyê tê berdan.”

25 sal in aqubeta wî nayê zanîn

Di dawiya axaftina xwe de Firat Akdenîz destnîşan kir ku tevî serlêdanên malbatê jî tu agahî ji Ender Togcû nehatine girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bav Huseyîn Togcû piştî zarokê wî Ender Togcû tê windakirin her meh serî li Dadgehên Ewlekariyê yên Dewletê (DGM) dide lê jê re bersiv didin û dibêjin, ‘Zarokê we nehatiye binçavkirin di nav lîsteya binçavkirinan de navê wî tune ye.’ Birayê wî jî serî li qereqolê çarşiyê dide lê tevî ku bi ser re 25 sal derbas bûne jî derbarê windakirina Ender Togcû de tu agahî nayên girtin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştine bi dawî bû.