Xizmên girtiyan ji nobeta edaletê bang kirin
Xizmên girtiyan ku nobeta edaletê didomînin, lêgerîna xwe ya hiqûq û edaletê li Amed û Îzmîrê berdewam kirin.
Navenda Nûçeyan – Çalakiya nobeta edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin dane dest pê kirin, di roja xwe ya 359’emîn de li Edliyeya Amedê berdewam kir.
Di çalakiyê de xwîşka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada, Reşahat Ada axivî. Reşahat Ada balkişand li ser cezayê giran li girtiyan û wiha axivî:
“Ji ber ku ji doza xwe poşman nabin, berdana girtiyên me tên taloqkirin. Cezayên hucreyê yên yek kesî tê dayîn. Cezayê pirtûkê, cezayê têkilî danîne û gelek cezayên keyfî tên dayîn. 650 girtiyên nexweş ên giran hene. Em çûn meclîsê, em çûn partiyên siyasî, em çûn saziyan û dosyeyên wan danî li ser maseyên wan, lê dîsa jî kes dengê me nebihîst, hemû kes çav û guhên xwe girtin. Ger dewlet tenê li pey qanûnên xwe biçe jî, dê zarokên me ji girtîgehê derkevin. Em heq, hiqûq, edalet dixwazin. Em mirovahî dixwazin. Êdî bes e, em vê zilmê qebûl nakin. Girtîgehan çawa li ber xwe didin, dê em jî wiha li ber xwe bidin. Em malbatên li Stenbol û Îzmîrê silav dikin. Heta dilopek xwîn di cane me de hebe em dê çalakiya xwe bidomînin.”
Çalakî bi dirûşmeyên, “ Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.
Îzmîr: Bila kes nemire
Li Îzmîrê jî xizmên girtiyan di roja 137’emîn ya nobeta edaletê de, carek din daxwazên xwe anîn ziman.
Dayika Mehmet Nezîr Gumuş ê ku li girtîgeha Bandirma ya Balikesirî girtî ye Hanîfe Gumuş a di çalakiya li ber Baroya Îzmîrê hat li dar xistin de axivî, diyar kir ku ji bilî pêkanîna edaletê tu daxwazek wan nîne. Hanîfe Gumuş wiha axivî: “Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş berdin, bila malên bijîn û malên xwe bimirin. Bila êdî kes di girtîgehê de nemire. Bi hezaran ciwanên kurd girtine û xistin girtîgehan. Gelo ev zilm dê heta kengê bidome. Bila edî aştî were. Bila merhemet bikeve dilê we. Em nikarin bi zarokên xwe re têkilî daynîn. Em pere ji girtiyan re dişînin lê belê têr nake, ji ber ku her tişt li girtîgehê bûye pere. Bila girtiyên nexweş bên berdan, kes nemire.”