Xizmên girtiyan hatin binçavkirin

Malbatên ku dixwazin demildest girtiyên nexweş bên berdan, li ber Edliyeya Stenbolê hatin binçavkirin.

Stenbol - Xizmên girtiyên nexweş û yên berdana wan hatiye taloqkirin 37’emîn çalakiya nobeta edaletê li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê pêkanî.

Xwişka girtiyê nexweş ya giran Selîm Çîftçî yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Ûmraniyê Cemîle Çîftçî, dayika Hatîce Calîhan a li Girtîgeha Jinan a Şakranê Zeynep Calîhan û xizma girtî Gulsûm Ozturk tevlî çalakiya nobetê ya vê hefteyê bûn.

Beriya çalakiyê pêşî û derdora edliyeyê ji aliyê bi sedan polîsan ve hat dorpêçkirin. Pêşiya xizmên girtiyan ji aliyê polîsan ve hatin birîn û hewl hat dayîn derxistin derveyî Qada Çaglayanê. Polîsên ku xwestin ketina xizmên girtiyan ya qadê asteng bikin, xwestin çalakî bi hinceta "qedexe" ya Qeymeqamiya Kagithaneyê asteng bikin.

Li dijî biryara qedexe bertek hat nîşan dan

Xizmên girtiyan bi derbaskirina barikata polîsan xwestin ber bi Qada Çaglayanê ve dimeşiyan û bi van gotinan bertek nîşanî biryara qedexe dan: “Em tenê edaletê dixwazin." Piştî ku xizmê ngirtiyan bertek nîşanî polîsan dan polîsan xwestin wan li wesayitan siwar bikin û binçav bikin. Malbatên ku hain binçavkirin dirûşmên "Hak, hiqûq û edalet" û "Bijî berxwedana zindanan berz kirin." Hatê hînbûn zarokekî ku li gel xizmên girtiyan bû jî hat girtin û kesên ku binçav kirin birin Miduriyeta Polîsan a Kagithaneyê.