Xizmên girtiyan: Em mafê jiyanê dixwazin

Xizmên girtiyan di roja 288’emîn ya nobeta xwe ya edaletê de, li ber ATK’ê bang kirin û xwestin partiyên siyasî bersiv bide wan.

Amed -  Nobeta edaletê ya malbatan bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 286'an de ye. Malbatan îro dîsa li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) Amedê bang li rayedaran kirin.

Komeleya Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TÛAY-DER) Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya 78’an û  Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) piştgirî dan çalakiya nobetê.

“Divê partiyên siyasî bersiv bidin”

Xizma girtî Herdem Merwanî daxwaz kir ku di zûtirîn dem de daxwazên wan bên bicihanîn û wiha axivî: "Rewşa gelek girtiyên nexweş giran e. Roj bi roj girantir dibe. Bila kes bizane ku em mafê jiyanê dixwazin. Divê her kes bi têgiştinê nêzî vê daxwaza me bibe. Ev daxwazeke mirovahiyê ye. Divê demildest partiyên siyasî bersiv bidin me. Bifikirin ku girtiyêk jiyana xwe ji dest dide. Em bi vê tirsê dirûnin û radibin.”

 

Çalakî bi dirûşemên "Bijî berxwedana zindanan" "Maf, hiqûq û edalet" û bi çepikan bi dawî bû.