Xizmên girtiyan: Destên xwe deynin ser wijdanê xwe
Xizmên girtiyan di roja 289’emîn a nobeta edaletê de, derbarê rewşa girtiyên nexweş û berdana wan hatiye taloqkirin de, banga hestiyariyê kirin.
Amed- Nobeda edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin, di roja xwe ya 289’an de li ber Edliyeya Amedê berdewam dike.
Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mezopotamya ya Çanda Ziman û Lekolîne (MED-DER), Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER), Komeleya 78'an ê Amedê piştgirî dan çalakiyê.
“Bila girtiyên nexweş berdin”
Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Hamdusena Ada, Reşahat Ada, wiha axivî: “Dema cezayên zarokên me diqedin, pirs dikin ‘Hûn poşman in yan ne?’ Zarokên me jî dibêjin, ‘We 20-30 sal ceza da me. Em ji bo şerefa xwe, ji bo rûmeta xwe, ji bo zimanê xwe ketine vê riyê û em ne poşman in. Ji ber ku zarokên me dibêjin, em ne poşman in cezayê wan diqede lê nayên berdan. Ez li vir bang li Wezîrê Edaletê û serokomar dikim, bila destên xwe deynin ser wijdanê xwe û zarokên me yên ku cezayê wan qediyaye berdin. Bila girtiyên nexweş berdin.”
“Qanûna we çi be wê pêk bînin”
Reşahat Ada di axaftina xwe de bal kişand ser girtiyên ketine greva birçîbûnê û wiha got: “Ji bo ku zarokên me nemirin em li vir in. Ji bo darbestên zarokên me ji girtîgehan neyên em li vir in. Çawa dibe ku mirovan 10 sal di hucreya yekkesî de digrin? Ma Xwedê vê qebûl dike? Qanûna we çi be wê pêk bînin. Zarokên me ji ber binpêkirinên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin. Êdî hat rewşek wisa ku bav zarokên xwe, zarok bavê xwe nabînin. Em vê rewşê qebûl nakin. Ez bang li hemû cîhanê dikim; bila werin em bi hev re ji bo çalakiya greva birçîbûnê li ber edliyeyê rûnin. Zarokên me erkên xwe bi rûmeta xwe anîn cih. Em deyndarên wan in. Em deyndarên tevahî girtiyên li girtîgehan in. Bijî berxwedana li zindanan.”
Çalakî, bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, adalet" bi dawî bû.