Xizmên girtiyan: Bila bi çavekî mirovahî li zarokên me binêrin

Malbatên ku daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin dikin, careke din bang li rayedaran kirin.

Amed - Nobeta edaletê ya malbatan bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin li Amedê dabûn destpêkirin, di roja 287'an de berdewam dike. Malbatan, li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê daxuyanî dan. 

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TÛAY-DER) Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya 78’an û Komeleya Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER), piştgirî dan çalakiya nobetê.

Bila bi çavekî mirovahî li zarokên me binêrin

Di çalakiyê de xwîşka girtiyê nexweş ê 29 sal in di girtîgehê de Abdulselam Guler, Încî Guler axivî. Încî Guler wiha axivî: “ Îro dayik bi gotina “bila zarokên me nemirin” diqîrin. Lê Wezareta Dadê bi çavekî dijminatiyê li me dinêre. Ya ku em dibêjin qîrîna dayikan e, ew dayik jî dibêjin bila zarokên me bînin nêzî me. Êşa zarokan şewateke di dilê dayikan de ye. Bila bi çavekî dijminatiyê li zarokên me nenêrin, bila bi çavekî mirovahî li zarokên me binêrin. Qanunên xwe pêk bînin. Roj û saet mane ku girtî were berdan lê tên ji me re dibêjin cezayê wan 6 mehan hat taloqkirin. Em van tiştan naxwazin û tu kes li ser soza xwe nasekine. Em naxwazin zarokên me bimrin û înfazên wan werin şewitandin.”

Çalakî bi dirûşemên "Bijî berxwedana zindanan" "Maf, hiqûq û edalet" û bi çepikan bi dawî bû.