Xizmên girtiyan bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin

Herdem Merwanî a di roja 273’an Nobeda Edaletê li ser navê xizmên girtiyan mafê axaftinê girt, bal kişand ku her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin û ji Wezîrê Edaletê û partiyên siyasî banga "Dengê me bibihîzin" kir.

Amed - Nobeta edaletê ya malbatan bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin dabûn destpêkirin, li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê berdewam dike. Herdem Merwanî a keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay ku 30 sal in girtî ye li ser navê malbatan axivî û diyar kir ku çalakiya wan di meha 10’emîn de berdewam dike.

Her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin

Herdem Merwanî a diyar kir bi mehanê gelek caran daxwazên xwe anîne ziman, gotinên xwe wiha domand: “Raya giştî daxwazên me qebûl dike lê belê belê Wezareta Dadê û partiyên siyasî daxwazên me nabihîzin. Divê qanûn bên sepandin. Her roja ku diçe rewşa girtiyên nexweş xedartir dibe. Her roj cenaze ji girtîgehan derdikevin. Di du rojên dawî de du cenaze ji girtîgehan derketin, Piştî her mirinê dîsa em şînê digirin. Divê xwedî li van çalakiyên me bê derketin. Heke ev çalakiya me li welatek din bûya niha ev pirsgirêk û daxwaz zû ve hatibûn çareserkirin. Ev daxwazên me ku nayên qebûlkirin şerma li rûyê vî welatî ye. Bi mehan e em şînê digirin. 10 meh in me navên girtiyên xwe anî ziman. Çimkî ev pirsgirêkek civakî ye. Lê mixabin heta niha jî partiyên siyasî xwedî li me derneketin.” 

 “Ev şerma me hemûyan e”

Herdem Merwanî banga berdana girtiyên nexweş kir û wiha got: “Em nikarin li benda Meclisê bimînin, her roj girtî dimirin. Her kêliya ku diçe rewşa girtiyan nebaş dibe. Heke qanûnên heyî bihatana sepandin, dê van girtiyan jiyana xwe ji dest nedabûna û niha li derve bûn. Em carek din bang dikin ku qanûn bicih werin. Em sersaxiyê ji malbatên girtiyan re dixwazin. Nasnameya miriyan nepirsin, ev şerma me hemûyan e. Bila êdî partiyên siyasî û Wezîrê Dadê dengê me bibihîzin.” 

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.