Xizmên girtiyan bang li rayedaran kirin: Qanûnên xwe pêk bînin!

Nobeta edaletê ya malbatan bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin dabûn destpêkirin, di roja xwe 274’emîn de berdewam kir. Xizma girtî Încî Guler ev banga kir, “Qanûn xwe pêk bînin”.

Amed - Nobeta edaletê ya malbatan bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin li Amedê dabûn destpêkirin, li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) berdewam dike. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Xizmên wan Hatine Windakirin (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (TUHAY- DER) piştgirî dan nobeta edaletê ya malbatan kir.

Încî Guler a di çalakiyê de li ser navê xizmên girtiyan axivî, ev bang kir: “Em ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin nobeda Edaletê didomînin. Em dixwazin zarokên me bên berdan. Em ê her tim li benda berdana xuşk bira û xizmên xwe bin. Qanûnên xwe pêk bînin.” 

Daxuyanî bi dirûşmên, "Bijî berxwedana zindanan", "Heq hiqûq, edalet" û bi çepikan bi dawî bû.