Xebatkarên jin ên navendên parastinê: Xebatên heyî ne têrker e

Jinên di navendên guhdarîkirinê yên girêdayî rêxistinên jinan ên li dijî tundiyê li Mexribê kar dikin bal kişandin li ser rewşa jinên li Mexrîbê bi tundiyê re rû bi rû dimînin û gotin ku xebatên heyî ne têrker in.

RECA XEYRAT

Mexrib – Li Mexrîbê navendên guhdarîkirinê yên girêdayî rêxistinên jinan ên ku rojane bi dehan bûyerên tundiya li dijî jinan pêşwazî dikin, jinên ku bi her cure tundiyê re rû tên pêşwazî dikin li wan guhdarî dikin û hewl didin ji bo pirsgirêkên ew dijîn çareserî ava bikin. Jinên di navendên guhdarîkirinê yên girêdayî rêxistinên jinan ên li dijî tundiyê li Mexribê kar dikin bal kişandin tundiya li dijî jinan tê kirin û teqez kirin ku ew di dema karê xwe de nayên parastin û pêwîstiya karê wan bi zagonek heye.

 ‘Hejmara xebatkarên li navendê kêm e’

Alîkara Civakî ya di navenda guhdarîkirinê ya komeleya zehmetkêşan ji bo wekhevî û hemwelatîbûnê li El-Dar El-Beydaa Recaa Hemîn got: "Zehmetiyên ku em dikşînin 2 beş in, beşek hundir û yek derve. Ya yekem ji ber kêmbûna berhemên mirovî ye, ango rêjeya xebatkarên guhdarîkirin û pêşwazîkirinê ji bo kesên serdana navendê dikin kêm e. Piştgiriya derûnî ji bo jinên rastî êriş û tundiyê tên gelekî girîng e ji ber gaveke sereke ji bo rizgariya ji çarçoveya tundiyê ye.”

Der barê zehmetiyên derve de jî Recaa Hemîn bal kişand ku pêwîstiya karên alîkariya civakî bi zagoneke ku wê birêxistin bikin heye û got: “Alîkariya civakî dema lêkolîneke civakî ji bo nivîsandina raporekê çêdibe, weke ku berê xwe bide cihekî ne diyar e. Dibe ku jin rastî tundî, heqaret, iftîra û tacîzê bên, ev hemû di dema kar de çêdibin, ji ber wê jî ji ber tunebûna zagoneke ku parastina alîkara civakî bike ev kar zehmet dibe.”

‘Xebatên heyî nebes in’

Recaa Hemîn bal kişand ku navendên stargehan ku jinên bi her cûreyê tundiyê re rû bi rû tên berê xwe bidinê kêm in û got: “Bi taybetî dema zarok bi wan re hebin û teqez kir ku divê hêza aboriya jinan xurt bibe. Ji ber tevî hemû piştgiriya derûnî û zagonî û tevî hemû xizmetên pêwîst ên ku pêdiviya jinan pê heye jî bi sedema nebûna serxwebûnê vedigere paşve. Di encamê de jin nikarin xwe ji tundiya ku hevjînê wan li wan dike xilas bikin.”

Recaa Henîm di dawiyê de got ku tevî dewlet û rêxistinên civaka sivîl di çarçoveya xurtkirina aboriya jinan de gelek kedê didin jî dîsa ji bo ev yek kêm bibe ne bes e. Her wiha bang kir ku divê kar li ser bihêzkirina aboriya jinan were kirin ji bo ku jin serbixwe bibin û bikaribin biryarên guncaw bigrin.

‘Jinên li herêmên çiyayî nikarin xwe bigihîjînin aliyên têkildar’

Alîkara civakî ya li navenda guhdarîkirinê ya girêdayî Komeleya El-Nexîl a jin û zarokan li Merakeşê Nadya Bosûf teqez kir ku zehmetî di aliyê hejmara alîkarên civakî de heye. Nadya Bosûf got: “Her wiha zehmetiyên lojîstîk jî hene ji ber jinên îstîsmarkirî xeteke germ ji wan re pêwîst e da ku dema werin îstîsmarkirin bikaribin agahiyê bi riya pêwendiyê bidin.” Nadya Bosûf bal kişand ku jinên li herêmên çiyayî nikarin xwe bigihîjînin aliyên têkildar ji bo agahiya istîsmarkirina xwe bidin ji ber wê pêwîstiya hebûna telefonên pêşketî anî ziman.

Nadya Bosûf bal kişand ku rewşa jinên koçber ên li gel tundiya pê re rû bi rû tên nikarin xwe îfade bikin û got: “Hinek jinên rastî tundiyê hatine hene lê ji ber ku ziman nizanin, mirov zehmetiyan di axaftina bi wan re dibînin lê belê ji alîkarên civakî tê xwestin li wan guhdarî bikin. Ew jî bi riya wergervanekî çêdibe û got ku heman tişt ji bo jinên Amazîxî jî derbasdar e.”

‘Jin nekarîn gilî bikin’

Ji bo jinên di dema erdheja li herêma El-Hewz ku di Îlona borî de rastî tundiyê hatine jî Nadya Bosûf got: "Me di dema erdhejê de dît ku jinên bi tundiyê re rû bi rû hatin nikaribûn berê xwe bidin navendên polîsan ji bo gilî bikin. Ji ber piraniya jinan bêmal mabûn û awayên pêwendî û veguhestinê jî tunebûn ji ber wê tevî hemû tundiya li dijî wan zehmet bû ji gundên xwe derkevin."