WFP: Li Sûriyeyê birçîbûn di nava 12 salan de gihaye asta herî jor

Bernameya cîhanî ya Xurakan ya netewên Yekgirtî (WFP) diyar kir ku bi qeyrana ku ev bi salane berdewam dike û ziyanên şer 2.9 milyon kes di sînorên riska biçîbûnê dene.

Navenda Nûçeyan- Netewên Yekgirtî bernameya cîhanî ya Xurakan aşkera kir ku li Sûriyeyê 2.9 milyon kes li di bin rîska biçûbûnê dene û dan zanîn ku 12 milyon kes jî nizanin wê danê din yê xwarinê ji kuderê peyda bikin.

Di daxûyaniyê de hat aşkera kirin li Sûriyeyê di nava 12 salan de birçîbûn gihaye asta herî jor û hat bi bîrxistin ku ji sedan 70’ê nifusê wê di demê were de hema bêje di malan de tiştek namîne malbat danîn ser sofreyê. WFP da zanîn ku fiyatê xûrekiyan di nava sê salan de 12 qat zêde bûye û Sûrye di nava 6 welatên cihanê yên ku tu garantiya xûrekî ya mirovan têde neyî ye.

Dîrektorê WFP yê bicihanînê David Beasley divê heftiyê de serdana Sûriyeyê kir û got:“Ger civaka navdeweletî gavan ji bo alîkariya Surye neavêje, bi rîska pêlek din ya koçberiyê re wê rû bi rû bimînin.”

Beasley got; “Pêla koçberiyê ya ku di sala 2015’an de berbi Avrûpa ve.” Beasley pirskir ma civaka navdewletî vê dixwaze? Bang kir ku Welatên derdor ger ji bo pêşî lê ber vê felaketê bigrin divê dû qatan hewildanan bikin.”