Welatên YE’yê ji bo rêbazên 'koçberî û îltîcayê' li hev kirin

Welatên endamên Yekitiya Ewropayê li ser zewacên koçberî û îltîcayê de li hev kirin. Welatê ku penaberan qebûl neke dê her serê ferdekî 20 hezar euro bide ji welatê ku mazûvanî dike.

Navenda Nûçeyan- Yekitiya Ewropayê (YE) li ser rêbazên hevbeş ên koçberî û îltîcayê ku di nav welatên endam de mijarên nakokî ne, li hev kir. Polonya û Macaristanê li dijî peymana 25 endaman piştgirî dan û piraniyê misoger kirin, derketin.

Wezîra Koçberiyê ya Swêd Maria Malmer Stenergard û endama Komîsyona YE’ê ya ji Karên Navxweyî Ylva Johansson piştî civîna Wezîrên Karên Hundir ên Yekitiya Ewropayê daxuyaniyek da. Malmer Stenergard got: “Me îro piştî muzakereyên salên dirêj, gaveke dîrokî avêt”, diyar kir ku wezîran li ser du lingên sereke yên reforma pergala îlticayê li hev kirine.”

‘Dê ji bo her kesek 20 hezar Euro bidin welatê ku mazûvaniyê dike’

Li gorî nûçeya di Gazete Duvar de Maifade Stenergard diyar kir ku di navbera ‘berpirsiyarî’ û ‘hevgirtinê’ de ji bo parvekirina penaberan li welatên endam hevsengiyek baş hatiye danîn û wiha got: "Mekanîzmaya hevkariyê ya mecbûrî ya ku me ava kiriye dê piştgiriyê bide welatên endam ên ku herî zêde rastî tundî û zexta koçberiyê tên. Welatên endam xwedî derfetê ne ku di navbera beşdariyên hevgirtinê yên cihêreng de hilbijartinê bikin.”

Maifade Stenergard diyar kir ku welatên endam ku penaxwazan qebûl nakin dê serê her ferdekî 20 hezar Euro bidin welatên mazûvan û di serî de herî zêde 30 hezar penaber dê bên qebûlkirin û sînorê jor a ji bo nirxandina serlêdana penaberekî dê 6 meh be. Maifade Stenergard şi ser pirsekî, diyar kir ku dê 20 hezar Euro alîkariyên li ser asta Yekitiya Ewropayê, bi mekanîzmayeke hevbeş were komkirin û ji bo welatê mazûvan were şandin.

'Lîsteya me ya welatekî bi ewle nîn e'

Maifade Stenergard, wiha got: "Lîsteya me ya welatên ewle tune. Wê ev yek were rewîzekirin.” Maifade Stenergard diyar kir ku welatên endam dê di encama nirxandinên xwe de biryarê li ser têgeha welatekî ewle bidin, da zanîn ku faktorên wekî endamên malbatê yên penaxwazan hene yan jî li wî welatî bi cih bûne dê li ber çavan bên girtin.

'Dê nirxandineke lezgîn bê kirin'

Maifade Stenergard, da zanîn ku peyman hem dê di sînorên derve yên YE’yê de bargiraniyê li welatên endam neke û hem jî ji bo serlêderan wê nirxandineke lezgîn bike û wiha got:

"Pêvajoyên sînorî dê bihêle ku daxwazên penaberiyê yên li sînorê derve ji hêla kesên ku rêjeyên wan ên qebûlkirinê kêm in ve werin nirxandin. Ev jî dê pêşî li binpêkirina pergala penaberiyê bigre û hejmara penabaren ku ji bo parastinê navneteweyî neguncaw in, kêm bike."

Polonya û Macaristan li dijî peymanê derketin

Maifade Stenergard got ku tenê Polonya û Macaristan li dijî peymanê derketin û piştgiriya 25 endamên mayî jî piraniya hilbijartine misoger kir.

'Dê komîsyon mevzuatê bê pêkanîn’

Endama Komîsyona Yekitiya Ewropayê ya berpirsyara karûbarên navxweyî Ylva Johansson jî diyar kir ku mevzuata nû piştî ku bikeve meriyetê dê ji bo hemû welatên endam derbasdar be û wiha got: "Di dawiya rojê de saziya ku dê pêkanîna mewzuatê misoger bike, komîsyona saziyê ya parazvanên peymanê ye. Lê îro li konseyê, ji bo pêkanîna sepanê ya bê pirsgirêk û bi bandor, hin kiryarên taybet jî hatin çêkirin.”