‘Viyan Caf riya azadiyê li jinan û gelê Kurd vekir’

Endama Tevgera Azadiyê Sara Reza der barê têkoşîna Viyan Caf de got ku çalakiya şehîd Viyan peyamek bû ji bo jinan da ku êdî di bin zilmê de nemînîn.

Silêmanî- Endama Tevgera Azadiyê Sara Reza der barê xebat û têkoşîna Viyan Caf de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku jinên ciwan ên Başûrê Kurdistanê li ser xeta Viyan Caf têdikoşin.

Sara Reza di destpêkê de Viyan Caf û hemû cangoriyên Kurdistnê bi bîr anî û wiha behsa têkoşîna Viyan Caf kir: “Viyan Caf jineke pêşeng e û pêşengiyê ji Başûrê Kurdistanê re kir. Wê ev çalakî ji bo Rêber Apo, jinên Başûrê Kurdistanê yên mafên wan hatine binpêkirin û gelê Kurd pêk anî.”

‘Em ê li ser riya Viyan Caf bimeşin’

Sara Reza destîşan kir ku Viyan Caf di temenek biçûk de bi azadiya gelê xwe hesiyaye û dest bi têkoşînê kiriye û vê têkoşîna wê çavkaniya xwe ji hemû karesatên enfal û kîmyabaran û şerê navxweyî girtiye û got: “Li hemberî van hemûyan deriyê li dijî zilm û zoriya li ser jinan li çar parçeyan bi taybetî li Başûrê Kurdistanê vekir. Em weke jinên başûrê Kurdistan nameya Şehîd Viyan ku bûye manîfestoya jinên azad li Başûrê Kurdistan û çalakiya fedayane, dikin hêza têkoşînê. Em soz didin em ê her dem li ser riya Viyan, Sakîne, Evîn û Zîlanan bimeşin. Îro li Rojhilatê Kurdistan bi pêşengiya jinan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ serhildan tê kirin û ev ruhê têkoşînê dide diyarkirin.”