UNRWA: Li kampa Refahê de herî kêm 200 kes hatin qetilkirin

UNRWA ragihand ku di êrişa Îsrailê li ser Filistîniyên ji bajarê Refah bi zorê ji cihên xwebûne li kampa lê bicih bûne de herî kêm 200 kes hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Dîrektorê têkiliyan ya Ajansa Avadanî û Alîkariya Penaberên Filistînî (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Juliette Touma di civîna çapemeniyê ya rojane ya New Yorkê de çêkir û bersîva pirsên rojnamevanan da. Diyarkir ku piştî 6’ê Gulanê zêdeyî 1 milyon kes ji Refaha başûrê Xezayê derketine, ji cihê xebûn hê berdewam dike.

‘Topbarana dijwar berdewam dike’

Juliette Touma da zanîn ku ev kesane berê jî çend caran ji cihên xwebûne û bal kişand ku li herêmê topbarana dijwar berdewam dike. Juliette Touma îşaret bi wê yekê kir ku di 3 hefteyên dawî de tenê 200 tirên alîkariyê derbas bûne û got: “Pêwistiyên mirovan zêde dibin, ev jî di deryayê de dilopek e.”

‘Zêdeyî 200 kes hatin qetilkirin’

Juliette Touma, zanyariyên ku ji çavkaniyên xizmeta tibî ya navneteweyî didin û derbarê êrişên Îsrailê li ser kampên Filistîniyên ku bi zorê ji bajarê Refahê derketine dimînin ji tîmên li wêderê parve kir û da zanîn ku hejmara kesên ku di êrişên piştî 26’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dane gelek zêdeye. Juliette Touma diyarkir ku di navde jin û zarok herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Li her cihê Xeza mirin heye.”