Tulay Hatîmogullari peyama piştevaniya bi Yenî Yaşamê re şand

Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogullari bi boneya sala 6’emîn a rojnameya Yenî Yaşamê peyama piştevaniyê şand.

Navenda Nûçeyan- Rojnameya Yenî Yaşamê ku domdariya kevneşopiya Çapemeniya Azad e wê di 2’ê Hezîranê de alakiya bi navê “Yanî Yaşam di sala xwe ya 6’an de bi xwendevanên xwe re tê ba hev” li dar bixe. Çalakî wê li Navenda Çand û Kongreyê ya Baglarbaşiya Şaredariya Uskudarê were lidarxistin. Çalakiya ku dê saet di 19.00’an de dest pê bike bê pere ye. Ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Baran Bozyel û muzîkjen Kasim Taşdogan dê di çalakiyê de derkevin ser dikê.

Ji gelek beşan, weke hunermend, parazvanên maf û rojnamevanan têkildarî şevê bangên piştevaniyê hatin kirin. Bangek jî ji aliyê hevseroka giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari hat kirin.

‘Dê têkoşîna me bi hev re berdewam bike’

Tulay Hatîmogullari der barê şevê de ev bang kir: “Ez 6 saliya rojnameya Yenî Yaşamê pîroz dikim. Di demeke ku pêwîstiya me weke nan û avê bi Çapemeniya Azad heye de tevî bedelên giran ên, zext, binçavkirin û girtinan jî Yenî Yaşama ku ji xeta xwe ya weşanê tawîz neda, hem weke xwînerek hem jî weke siyasetmedarek, spasiyên xwe yên bêdawî pêşkeş dikim. Piştevaniya me ya bi wan re dê heta dawiyê bidome û heta li Tirkiyeyê çapemenî azad bibe dê têkoşîna me bi hev re berdewam bike.”