TJA’yê îşkenceya li dijî Sedanur Ugur û Sîbel Orkmez şermezar kir

TJA’yê, têkildarî îşkenceya li dijî Sedanur Ugur û Sîbel Orkmez ên girtî de daxuyaniyek da û bang li saziyên demokratîk kir ku xwedî li girtiyên siyasî derkevin.

Wan – Sedanur Ugur û Sîbel Orkmez ên di 2’ê Nîsanê de ji ber beşdariya çalakiya li dijî xespa îradeya gelê Wanê li Îzmîrê hatin binçavkirin û piştî hatin girtin sewqî Girtîgeha Jinan a Şakranê hatin kirin. Sedanûr Ûgûr û Sibel Orkmez di qawîşa ku li gel girtiyên edlî dihatin ragirtin de rastî êrîşê hatin. Tevgera Jinên Azad (TJA), der barê mijarê de li Wanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê pêk hat. Endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevserokên DEM Partî yên Begirî û Rêya Armûşe û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt ve hat xwedin.

‘Li girtîgehan îşkence û tecrîd didome’

Di daxuyaniyê de Gulşen Kurt bal kişand li ser rewşa girtiyan û wiha got: "Li girtîgehan îşkence û tecrîd didome û îktîdar dixwazen îhlalkirina mafên girtiyan veşêre. Sîbel û Sedanûr di dema berxwedana Wanê de hatin girtin. Dema parêzer bi wan re hevdîtin kir derket holê ku her du jin ji hêla karmendên girtîgehê ve bi gotinan hatine tehdîtkirin û tacizkirin. Her du jinên ku xistin koguşa edliyan bi êrişa edliyan ve rûbirû man."

Banga xwedîderketina girtiyên siyasî

Gulşen Kurt, destnîşan kir ku wek TJA’yê dê her tim li cem hevalên xwe yên li girtîgehan de li ber xwe didin, bin û wiha axivî: "Em bang li şandeyên dadgehê dikin ku bila nebin hevkarê polîtîkayên îktîdarê. Girtî niha li dijî polîtîkayên tecrîdê di nav berxwedanê de nin. Em carek din bang li saziyên demokratîk dikin ku xwedî li girtiyên siyasî derkevin. Berxwedan jiyan e û ji bo jiyaneke azad û wekhev dê têkoşîna xwe bidomînin."

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindana” bi dawî bû.