TJA’yê bertek nîşanî êrîşa li Mexmûrê da

TJA’yê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûrê da û bang li Neteweyên Yekbûyî kir.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk, duh danê sibêhe bi SÎHA’yan Wargeha Mexmûrê ya girêdayî bajarê Mûsilê yê Kurdistanê Federe bombebaran kir. Kesek bi navê Evizêt Abdullah Abid ku di mala xwe de ji aliyê SÎHA'yan ve hat bombekirin dijiya, birîndar bû. Evizêt Abdullah Abid ê rakirin Nexweşxaneya Geyarê tevî hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da.

Tevgera Jinên Azad (TJA) ku li ser Twîtterê bertek nîşanî êrîşa hat jiyîn da, wiha got: "Dewleta tirk a dagirker dîsa bi hevkariya PDK'ê li dijî gelê me ya Mexmûrê êrîşeke dijmirovî pêk anî û di encama van êrîşan de gelek kes jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Em êrîşa li ser jinên Kurd û gelê Kurd şermezar dikin û bang li Neteweyên Yekbûyî dikin.”