‘Tendirûstiya Rêber Ocalan tendirûstiya civaka exlaqî û polîtîk e’

Meclisa Tendirûstî ya Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û got: “Parastina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan parastina tenduristiya civaka exlaqî û polîtîk e.”

Qamişlo- Ji sala 2021’an ve tecrîdeke girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, tu agahî li ser rewşa wî ya tendirûstî nayê zanîn. Meclisa Tendirûstî ya Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Daxuyanî li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat xwendin.

‘38 meh in serlêdan tên astengkirin’

Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclisa Tendirustî ya Rêxistina Kongra Star Lava Serhan ve hatî xwendin, wiha bû:

“Ji dîroka 25 Adara 2021’an ve heya niha, derbarê tendirûstiya Rêber Abdullah Ocalan tu agahî nehatiye girtin. Tendirûstiya wî di kîjan rewşê de ye naye zanîn. Her çendî serledana parêzer û malabata wî hatibe çêkirin jî lê bi hêncetên keyfî ev serlêdan tên astengkirin. Ev 38 meh e ne malbat ne parêzêr derbarê tendirûstî û rewşa Rêber Abdullah Ocalan de agahiyek zelal nikarin bigirin. Ev jî dihêle derbarê tendirûstiya Rêber Ocalan de gumanên pir mezin werin jiyankirin. Li gor peymana navbera dewlet û saziya CPTdi xala 54 dide diyarkirin ku cihên ku girtî lê tê ragirtin, pêwîste hewayê wê paqij be, ronahî hebe, îmkanên di cihê servekirî de, mecala meş, spor, û tevgerê were dayîn. Her wiha li gor vê peymanê nabe ku demdirêj tecrîd were meşandin û demdirêj tevgera laş were astengkirin.

‘Dewleta Tirk û CPT pabendî zagonan nabin’

Di peymanê de li gor xala 63’an jî hatiye diyarkirin ku; pêwîste mafê girtiyan yên têkilî bi malbat û parêzêr neyên astengkirin, têkiliyên civakî qutbuyîn neyên çêkirin. Lê mixabin em dibînin ku ne dewleta Tirk xalên vê peymanê pêk tîne, ne jî CPT li hember vê bêmafiyê helwest nîşan dide. Her carekê saziya girêdayî Konseya Ewropa CPT hin şopandinên xwe yên rotini dide meşandin û raporê radestî dewleta Tirk dike. Ev raporên ji Tirkiyê re tên dayîn bi tu awayî teyisandina wê nayê çêkirin û ne malbat ne jî parêzêr nayên agahdarkirin. Bi dehan caran serlêdanên malbat û parêzêran çêbûne lê ne ji aliyê dadgeha Tirk ne jî saziya qaşo bêalî CPT ve nêzikatiyek huquqî nehatiye raberberkirin.

‘Helwestên xwe li hemberî bêmafiyê nîşan bidin’

Wek meclisa tendirûstî ya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber van nêzîkatiyên nemirovî û nehiqûqî di serî da dewlata Tirk, Konseya Ewrupa û saziya CPT şermezar dikin. Pêwîste CPT xalên peymana girtîgehan demildest pêk bîne erka xwe pêk bîne. Banga me ji hemû sazî, dezgah û kesên hiqûqnas û tenduristvanan re ew e ku bi awayekî xurt û bênavber helwestên xwe, ên exlaqî, mirovî û hûquqî bidin diyarkirin û dijî pergala û tundiya li girtigeha îmrali tê kirin xwedî helwestên mirovî û vicanî bin. Parastina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan parastina tenduristiya civaka exlaqî û polîtîk e.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.