‘Têkoşîna li Îranê bersiva herî cesûr a li dijî otorîteya dînî ye’

Xwediyê xelata aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî destnîşan kir ku ji 16’ê Îlona 2022’an ve serhildanên gel ên li Îranê dest pê kirine, heta niha didomin li dijî otorîteya olî ya hikumetê meydanxwendinek bi cesaret e.

Navenda Nûçeyan- Xwediyê xelata aştiyê ya Nobelê parêzer Şîrîn Ebadî da zanîn ku serhildanên gelê Îranê yên di 16’ê Îlona 2022’an de piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin, rê li ber rûxandina rejîma komara Îslamî ya Îranê vekir û serhildanek ku veger jî nabe dest pê kiriye.

Şîrîn Ebadî destnîşan kir ku ev serhildan li dijî otorîteya desthilatdariyê meydanxwendina herî cesûr e. Li gorî Nûçeyên ajansa Reutersê Şîrîn Ebadî wiha got: “Ev pêvajoya şoreşê, weke tirêna ku heta negihîje armanca xwe nasekene ye.”

‘Xwepêşadan hatine guhertin’

Şîrîn Ebadî bi bîr xist ku tundîtûjiya dewletê ya ku digihîje mirinê, hêrsa li dijî qanûnên dînî kûrtir kiriye ji ber xwestekên wan bi cih nayê û wiha got: “Xwepêşandan hatine guhertin û nehatine sekinandin. Desthilatdarên Rojava ji bo dest ji desthilatdariya xwe berdin bang li konsolosên li Tahranê dikin ku gavên pratîk biavêjin.”

Şîrîn Ebadî ji ber xebatên ku di warê mafên mirovan de kirine di sala 2003’an xelata nobelê ya aştiyê girt û ji sala 2009’an ve li Londrayê dijî.