Sîbel Balaç dîsa di girtîgehê de ye

Sîbel Balaç a ku di 9'ê Îlonê de wê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dîşkapî Yildirim Beyazît hatibûn, ji malbat û parêzerên wê veşartî dubarê wê şandin girtîgehê.

Navenda Nûçeyan – Sîbel Balaç a ji bo berdana girtiyên nexweş û bidawîbûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji 29’ê Kanûna 2021’an ve di rojiya mirinê de ye, ji Nexweşxaneya Dîşkapi Yildirim Beyazît a Enqereyê dubarê şandin Girtîgeha Girtî ya Bakirkoyê.

Buroya Hiquqê ya Gel a der barê Sîbel Balaç de agahî da, diyar kir ku nikarin xwe bigihînin agahiya ku muwekîlên wan di kijan qawîşê de tên girtin û ev bang kir: “Ger hûn muwekîla me ya ku derbarê wê de rapora ‘nikare bi tenê bimîne’ bi tena serê xwe bihêlin, hûn sûc dikin. Demildest muwekîla me tehliye bikin.”

Sîbel Balaç di 9'ê Îlonê de sewqî Nexweşxaneya Dîşkapî Yildirim Beyazît a Enqereyê hat kirin, duh danê sibê bi ambûlansê ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û ji parêzerên wê re agahiya sewqî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê hatibû dayîn. Hatibû diyar kirin ku destûr nedane dayik Nuray Balaç bi Sîbel Balaç re biçe.