Seroka Komeleya Anouar: Ceribandina me îlhamê dide tevgerên femînîst ên navneteweyî
Muna El Şemax diyar kir ku li Mexribê reformên zagonî yên bi têkoşîna komleyên jinan hatin bidestxistin, îlhamê didin tevgerên jinan ên naveneteweyî û got ku dema ceribandinên xwe radigihînin, ji pêkanînên welatên din îlhamê digrin.
HENAN HARAT
Mexrib – Li Mexribê têkoşîna femînîst, ne tenê hewldaneke sembolîk e, bi vîzyoneke hevpar û yekîtiya ku zagonan di ber çavan de derbas bike û parzêvanên mafên mirovan biparêze gengaz dibe. Ji derveyî mafên jinan, mafên siyasî, li gelek qadan binpêkirin didome. Di vî alî de, komeleyên jinan ên li Mexribê, ji bo pêkanîna mafan û zagonên der barê tundiya li ser jinan de di ber çavan de werin derbaskirin, xebatên çalak didin meşandin.
Komeleya Anouar a Mexribê ya ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê li dijî cudakariya zayendî û parastina pirsgirêkên jinan, pergalên teknolojîk û dîjîtal bi kar tîne û destekê dide. Seroka Komeleyê Muna El Şemax bersiva pirsên ajansa me da û îfade kir ku ceribandina dewlemend a di mijara têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û reformên Mexribê de wê hem di asta herêmî de hem jî di asta navneteweyî de parve bikin û da zanîn ku ev ceribandin dikare ji bo tevgerên din ên femînîst ên li welat bibe çavkaniya îlhamê.
* Li Mexribê hûn rola di mijara piştevaniya femînîst û di asta navneteweyî de parastina mafên jinan û destekdayîna pirsgirêkên jinan çawa dinirxînin?
Binpêkirina mafên jinan bi riya tundiya nava malê, cudakariya mûçeyan, temsîliyeta kêm a jinan di cihên biryardayînê û paşhuhkirina rola wan a siyasî di hemû cîhanê de belav bûye. Ji ber vê, piştevaniya di navbera komeleyên femînîst de ne tenê bijarteyek e, di heman demê de berpirsyariyek kolektîf e. Li Mexribê, Komeleya Anouar a ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê, hevpeymaniya ‘Maf û Hemwelatîbûn’ ku zêdeyî 30 komeleyên ciwanan digre nava xwe di nav de li gel gelek hevpeymaniyan dixebite. Ev rêxistin ji bo têkoşîna li dijî cudakariyê û xurtkirina beşdariya ciwanan di parastina dozên jinan de dixebitin. Xebata hevkariyê di heman demê de bi xizmetên rasterast ji bo jinan û keçên ciwan, wekî guhdarîkirin, rênîşandan, piştgiriya psîkolojîk û hiqûqî û carna jî stargeh, li gorî derfetan tê pêşkêşkirin. Ev xizmet bi riya bikaranîna teknolojiyê û pergalên dîjîtal tên pêşkêşkirin.
‘Em ji tevegrên navneteweyî îlhamê digrin’
Li ser asta neteweyî, ezmûnê nîşan daye ku destek tenê li çepikan naxe. Ji ber vê hevpeymanên jinan, wekî hevpeymana ‘Buhara Rûmetê’, beşdarî sererastkirina qanûna ceza ya têkildarî tundiya li ser jinan bûne. Wekî din, çend komele, di nav de ya me jî piştî axaftina dawî ya qraliyetê, beşdarî pêşkêşkirina pêşniyar û nêrînan ji bo Komîsyona Qraliyetê ya ku bi sererastkirina Qanûna Malbatê ve hatiye erkdarkirin bûn. Her wiha li ser asta herêmî, çend tor hene, wekî Tora Erebî ya Civaka Sivîl a Femînîst ku raporên paralel diweşîne û beşdarî bandorkirina siyaseta giştî dibe. Li seranserê qada navneteweyî, komeleyên Mexribê beşdarî kampanyayên wekî 16 Rojên Çalakiyê li dijî Tundiya li ser Bingeha Zayendî dibin û beşdarî amadekirina raporên paralel ji bo Neteweyên Yekbûyî dibin. Em ji tevgerên gerdûnî yên wekî Me Too ku bi hezaran dozên tacîzê eşkere kirin û hêza hevgirtina femînîst a navneteweyî ronî kirin, îlhamê digrin.
‘Tifaqên navnetewî girîng in’
Di vê çarçoveyê de, komeleya me kampanyayek neteweyî li dijî tacîza zayendî da destpêkirin. Di vê kampanyayê de, me li sê herêmên Mexribê (Eldar Elbeyda, Settat, Merakeş, û Asifê) lêkolînek meydanî kir û delîlekî pratîkî weşand ku mafên kesên bûne hedef, rêbazên pêşîlêgirtinê, parastinê, ragihandin û şopandina qanûnî rave dike. Ev însiyatîf piştî belavbûna diyardeya fihûşê di nav hinek zanîngehên Mexribê de hat. Ji ber vê pêdivî bi peydakirina amûrên pratîkî yên ku hewcedariyên xwendekarên jin ên bûne hedef bi cih bîne hebû. Ev hemû ezmûn piştrast dikin ku komeleyên Mexribê ji bûyerên cîhanî ne dûr in û têkoşîna wam bi jinan re hevpar, çi li Mexribê, çi li Filistîn, Sûriye, Sûdan, Efganistan, an jî li Ewropayê be. Jin hê jî di kar û temsîliyeta siyasî de cudakariyê dikşînin. Ji ber vê yekê, beşdarbûna hevpeyman û toran, hem li herêmî û hem jî li qada navneteweyî ji bo parastina mafên jinan girîng e.
* Bi nêrîna te însiyatîfên sembolîk ji bo piştgiriya pirsgirêkên jinan têr dikin?
Înîsiyatîfên sembolîk, wekî daxuyaniyên hevbeş, çalakiyên hevgirtinê, yan daxuyaniyên çapemeniyê, bêguman girîngiya wan a sembolîk û siyasî heye lê ew bi serê xwe têr nakin. Ev mesele gavên pratîkî dixwaze, nemaze di guhertinên polîtîkayan de li ser asta neteweyî û navneteweyî. Bo nimûne, mekanîzmayên parêzvaniyê bi riya raporên paralel amûrek girîng in ji ber ku ew beşdarî çavdêriya hikûmetan dibin û zextê li wan dikin ku polîtîkayên xwe yên neteweyî biguherînin. Dema ku ev rapor ji saziyên Neteweyên Yekbûyî yên wekî Komîteya Jiholêrakirina Cudakariya li dijî Jinan (CEDAW) re tên şandin, an jî dema ku beşdarî Komîsyona Rewşa Jinan dibin, ew dihêlin ku dengê jinan li çar aliyên cîhanê were bihîstin û rê didin rêxistinên jinan ku komên zextê yên rastîn ava bikin da ku bandorê li polîtîkayan bikin û guhertina tê xwestin bi dest bixin.
* Hevgirtina femînîst bi çi pirsgirêkan re rû bi rû dimîne û astengî çawa dikarin werin derbaskirin?
Hevgirtin bi gelek astengiyan re rû bi rû dimîne, ya yekem çandî ye. Norm û nirxên civakî di navbera welatan de ji hev cuda ne. Ya ku li Mexribê wekî destkeftiyek tê hesibandin dibe li welatekî din wekî sînor û qeydan were dîtin. Her wiha astengiya ziman ku îqnakirin û bandorkirinê zehmet dike heye. Wekî din, pirsgirêkên siyasî hene ku bi nebûna îradeya rastîn a hinek rejîmên Ereb ve girêdayî ye, ji bo parastina mafên jinan cihekî rastîn ava bikin. Her wiha têkiliyên qels nê di navbera saziyên dewletê û civaka sivîl de astengiya pîvandina zelal a bandorê dike. Bêguman yekirina hewldanan dê bibe sedema encamên çêtir. Di vî warî de, ez dixwazim behs bikim ku Komeleya Anouar, bi hevkariya Hevpeymaniya Maf û Hemwelatîbûnê, li ber destpêkirina projeya "Tech for All and Rights” ku armanc dike bi teknolojiya dîjîtal pirsgirêkên têkiliyan çareser bike û hevkariya di navbera beşdaran de zêde bike. Ji ber vê yekê divê em van pirsgirêkan derbas bikin. Ev yek jî bi nêrîneke hevgirtî û wekhev pêk tê.
* Di dawiyê de komeleyên Mexribê dikarin roleke çawa di parvekirina ezmûn û pisporiya xwe de bi jinên li welatên din re bilîzin?
Civaka sivîl a Mexribê bi taybetî rêxistinên mafên jinan, di nava salan de bûne xwedî ezmûnek girîng û dewlemend. Ev ezmûn bûn sedema sererastkirina Qanûna Malbatê di sala 2004’an de û îro em dest bi karekî nû ji bo sererastkirinek berfireh a vê qanûnê dikin. Ev yek li gorî pabendbûnên navneteweyî yên Mexribê û bendên Destûra Bingehîn a 2011”an e ku wekheviya zayendî destnîşan dike û mafên jinan di xalên din de piştrast dike. Di vê çarçoveyê de, ez dixwazim plana hikûmetê ya ku nêzikatiyek hesas a zayendî di polîtîkayên giştî de pejirand û reformên din ên wekî Qanûna 13-103 di sala 2018’an de der barê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de ronî bikim. Ev destkeftî hemû pêvajoya sererastkirinê ya ku Mexribê pêk anîne nîşan didin û ezmûnek dewlemend e dikare îlhamê bide jinên li welatên din û sûdê jê bigrin.
Ev ezmûn bi taybetî ji bo tevlîbûna herêmî û navneteweyî guncav e. Rêxistinên mafên mirovan ên Mexribê dikarin roleke girîng di parvekirina van ezmûnan û fêrbûna çawaniya bikaranîna wan û pêşxistina wan de bilîzin. Weke mînak bi riya delîlên pratîkî, rapor û kampanyayan dikarin bikin. Ev yek pileyeke bilind a profesyonelî û pisporiyê nîşan dide. Ev rêxistin dikarin bi destpêkirina kampanyayên herêmî yan navneteweyî û bikaranîna amûrên dîjîtal, nêzîkatiyên nû ji bo çareserkirina hewcedariyên heyî biafirînin. Lê belê divê were teqezkirin ku ev xebat bi giranî li ser bingeha dilxwaziyê û hewldanên çalakvanan in. Ji ber vê yekê, pêşxistina mekanîzmayên nû, nemaze di warê dîjîtal de, li kêleka veberhênana li çavkaniyên mirovan ku hem hewldana dilxwazî hem jî ya profesyonel peyda dikin, girîng e.
Wekî din divê ev hevkarî di çarçoveyek Başûr-Başûr de were xurtkirin. Rêxistinên Mexribê ne tenê divê pisporiya xwe parve bikin, di heman demê de ji ezmûnên welatên din jî fêr bibin. Mînak, ew dikarin ji ezmûnên Amerîkaya Latîn sûdê bigrin ku tevî çavkaniyên xwe yên sînorkirî, di wrê nûjeniyê de astên girîng bi dest xistine.
Ji ber vê yekê, danûstandina ezmûnan divê dualî be. Mexrib divê bi ezmûnên xwe yên dewlemend û berhevkirî beşdar bibe û di heman demê de ji ezmûnên îlhambexş ên welatên din fêr bibe. Ev yek e ku xebata mafên mirovan a femînîst xurttir û bi bandortir dike.