Serlêdanên pêşbirka ji bo bîranîna Denîz Firat tê lidarxistin dest pê kirin

Serlêdanên ji bo 6’emîn Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû qetilkirin dest pê kirin.

Navenda Nûçeyan – Serlêdanên 6’emîn Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat ku ji aliyê Yekitiya Xwendevanên Azad (YXA) ve tê li darxistin, dest pê kirin. YXA’yê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku pêşbirka îsal diyarî Sara Hogir Ruha, Bîşeng Brusk û rojnameger Seyîd Evran ku di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane dikin. 

Bi domdarî hat destnîşankirin ku divê kesên dixwazin tev li pêşbirkê bibin heta

dawiya hezîrana 2024’an berhemên xwe bişînin navnîşanên hatine diyarkirin.

Xelatên pêşbirkê jî dê di 8’ê tebaxa 2024’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekê bên belavkirin.  

Mercên tevlibûna pêşbirkê

Di daxuyaniyê de mercên tevlibûna pêşbirkê wiha hatein rêzkirin: 

* Serlêdêr dikarin bi berhemên xwe yên bi zimanên kurdî (bi zaraveyên kurmancî, dimilkî û soranî), erebî û tirkî tev li bibin. 

* Divê berhem beriya pêşbirkê li tu cihî nehatibin weşandin.

* Beşdar dikarin di beşa helbestan de herî zêde bi 2 helbestan, di beşa çîrokan de bi çîrokekî û di beşa wêne kêşan de jî herî zêde bi 2 berheman beşdar bibin.

* Beşdar divê berhemên xwe tevî kurte jiyana xwe herî dereng heta dawiya hezîrana 2024’an bi rêya e-mailê bigihînin destê me.

Serlêdêr dikarin li ser van navnîşanan serî li pêşbirkê bidin:

* E-Mail: [email protected]

* Instagram: Pêşbirka Ş.Deniz Firat

* Jimara tlf: +964 751 842 55 76

* Facebook: Peşbirka Ş Deniz Firat

* X: Pêşbirka Ş.Deniz Firat