Serhildana Jin, Jiyan, Azadî di roja 141’emîn de ye

Serhildana Jin, Jiyan, Azadî di roja 141’emîn de didome. Şevê din li gelek bajarên Îran û Rojhilat gel daketin qadan û hikumet prostesto kirin û pankart û dovizên girêdayî dewletê dan ber agir.

Navenda Nûçeyan – Serhildanên gel yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku piştî qetilkirina Jina Mehsa Emînî re bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî destpêkirî, belavî hemû bajarên Îranê bûye, şevê din jî berdewam kir. Gelê ku daket qadan hikumetê protesto kir, afiş û panqartên ku ji bo hêceta rojên Fecrê ku ji bo propaxandaya hikumetê hatibûn daliqandin, şewitandin.

Li Sine, Kirmanşah, Urmiye, Bukan, Bane, Saqiz, Ciwanro û gelek bajarên din yên Îranê, ew hemû al, poster û afişên ku sembolên hikumetê ne, bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Ji rejîma Molla re dawî’ hatin şewitandin. 

Di heman demê de li Tahran, Karaj, İsfahan, Şiraz, Tebriz, Meşhed û Kum’ê protesto bi meş, belavkirina belavokan û bi şewitandina metaryalên ku propaxandeya hikumetê dikin berdewam kir.

Li Sine protesto belavî hemû bajar bû

Li Sinê gel pêkanînên hikumetê şermezar kirin û gel xwestin ku di dema serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ de her dû mamostayên olî yên hatine girtin û berdan û herî dawî ji li bajar ji aliyê polîsan ve hatîn girtin werin berdan. Ji bo her dû mamostayên olî werin berdan, dûh piştî nimêja Înê li bajar li ber deriyê misgeftan daxuyanî hatin dayîn û dirûşim hatin berzkirin.  

Her dû mamostayên olî Luqman Amini û Ebrahim Karimi dema ku ji merasîma cenazeyê Yusuf Mohammadi ku bejdarî nerazîbûnên li dijî komara îslamî ya Îranê bûne, bi hêceta ‘li dijî rejîmê propaxanda kiriye’ ji aliyê polîsên hikumeta îranê ve hatibû qetilkirin, di vegeriyan hatibûn binçavkirin û piştre jî hatin girtin.

Li bajar çalakiyên ku piştî nimêja Înê destpêkirîn, heta şevê dom kir.