Sercerdevanê ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

Sercerdevan Selahattîn Umay ê ku piştî xwest hevjîna xwe qetil bike ji aliyê ji aliyê kurê xwe ve hat gulebarankirin, jiyana xwe ji dest da.

Amed- Keyayê gundê Heydana Jorîn ê girêdayî navçeya Gêla Amedê û sercerdevan Selahattîn Umay, duh hewl da hevjîna xwe ya bi mehra olî E.U. qetil bike. Kurê Selahattîn Umay ê 14 salî ji bo dayika xwe E.U biparêze, bi çeka mamê xwe yê cerdevan bavê xwe bi giranî birîndar kir.

Sercerdevan Selahattîn Umay rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erganiyê û hevsera wî E.U ya ku sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatin kirin. Hat hînbûn ku tevî mudaxeleya li vê nexweşxaneyê hatiye kirin jî Selahattîn Umay miriye û tedawiya E.U ya birîndar kir jî didome.

Karûbarên îfadeya zarokê 13 salî ku ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin jî berdewam dike.