Semra Guzel 23 roj in di hucreya yek kesî de ye

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel a parêzbendiya wê hate rakirin, 23 roj in di hucreyeke yek kesî de tê girtin.

Navenda Nûçeyan  Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel a ku di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi rê ve dibir de li Stenbolê bi îşkecekirine hat binçavkirin û girtin, li Girtîgeha Sîlîvriyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin.

Parêzerê Semra Guzel a 23 roj in di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin, Veysî Eskî beriya du rojan serdana Semra Guzel kir. Parêzerê wê diyar kir ku tenduristî û moralê Semra Guzelê baş bû û da zanîn ku Semra Guzel ji bo biçe cem jineke ku ji heman dozê tên darizandin 3 caran daxwazname daye.

Parêzerê ku diyar kir heta niha ji daxwaza Semra Guzel re bersiveke nivîskî nehatiye dayîn lê rêveberiya girtîgehê bi devkî bersiveke neyînî daye Semra Guzel.

Di nav agahiyan de cih digre ku di odaya Semra Guzel de radyo û tevevizyon nîne û pirtûkên ji wê re hatine şandin jî nû dane wê.