Saziyên civakiyên Helebê qetilkirina jina ducanî Neimet şermezarkirin

Saziya Civaka Sivîl Tev-Dem a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê li Efrînê qetilkirina jina ducanî Neimet Behcet Şêxo şermezarkirin.

 
Heleb- ji roja ku dewleta tirk Efrîn dagirkiriye kiryarên li dijî mirovahiyê didomîne û herî zêde jinê dike hedef. 11’ê Cotmahê jina ducanî ya bi navê Neimet Behcet Şêxo ya 32 salî ji gundê Qupê ya navçeya Reco Efrînê Bakur- rojhilatê Sûryê, li Efrînê ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta tirk ve hat hedef girtin û qetilkirin. Neimet nexweş dibe hevjînê Neimet wê dibe nexweşxaneya Efrînê, di heman dîrokê de teqînek li çerxeya Kawa pêk hat. Çeteyên bi çavsorî li kolanan digerin hema kî ber destê wan dikeve ji canê xwe xelas dibe. Neimet a bi hevjînê xwe re li ser rêya çuyîna nexweşxanê bûn jî ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hatin girtin. Bi lêdanê Neimet û zaroka şeşmehî ya di zigê wê de dikujin.    Li dijî vê yeke saziyên civaka sivîl Tev-Dem a bajarê Helebê li çerxeya destîna ya ku dikeve taxa şêxmeqsûd daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bi dehan endamên sazî û destgehên sivîl amedebûn, wêneyê Neimet Behcet Şêxo û alên kongre star hetin hildan. Daxuyanî ji aliyê rêveberiya mekteba saziya civaka sivîl Yara Hesko ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye: “Kiryarên ku di herêma Efrîna dagirker de diqwime kiryarên li dijî mirovahiyê ye, dewleta tirk di Bakur Rojhilatê Sûryê de bi taybet jinê hedef digire. Bi awayekî qirêj nêzî gelê Efrînê dibe, mîna kuştin revandina jinan, zeweca mecbûrî, zewaca bi temenê biçûk û revandina zarokan. Jina bi navê Neimet Behcet Şêxo ya ducanî li Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve tê hedefgirtin. Dema diçe nexweşxaneyê bi hevjînê xwe re da ku rewşa xwe yê tendrustî bişopîne di nexweşxaneya Qenber de ji aliyê polîsên tirkan ve tê girtin. Di heman rojê de teqînek li çerxeya Kawa çê dibe vê yeke dike hincet û jina ducanî bi zaroka wê ve qetil dikin. Neimet bi hinceta hatiye xwe biteqîne sucdar dikin, çiqas ji çeteyan re şirove kiriye ku ew ducaniye û hatiye reşa xwe yê tendirustî bişopîne lê çeteyan guh nedane wê. Neimet 6 seatan di işkençeyên pir giran re derbaskirin piştî 6 seatan jiyana xwe ji dest da. Çeteyan înkarkirin ku di encama işkenceyên giran de jiyana xwe ji dest nedaye û gotin bi korone jiyana xwe ji dest daye.” 
Ji destpêka dagirkirina Efrînê û heya niha 84’ jin hatine kuştin, 6 ji wan xwekujî ji ber destdirêjiya çeteyan li ser wan çêbûye, 71’ têkiliyên cinsî yên bi necarî, 1000 jin jî hatine revandin.
Niha ev hemû kiryar li dijî mirovahiyê ne, , li gorî madeya 27’ yê cinêva ya çaremîn divê jin werin paristin û nabe tu destdirêjî li ser wan were kirin. bi navê jinê di saziyê civaka sivîl a bajarê Helebê em van kiryarên hovane yên ku di Efrînê de diqewimin şermezar dikin. Em bang li saziyên mirovî û hemû dewletên navnetewî dikin ku ji bêdangiya xwe derbikevin û bi karê xwe yê exlaqî rabin û li dijî van kiryarên hoven yên ku li Efrînê diqewimin bertek nîşan bidin.”     
Daxuyanî bi dirûşmeya “jin jiyana azadî” bi dawî bû.