Saziyên Civaka Sivîl êrîşên dewleta tirk şermezar kirin
Saziyên Civaka Sivîl a girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başurê Kurdistanê şermezarkirin.

Kobanê-Dewleta tirk bi hevkariya PDK'ê êrîşî xaka Başurê Kurdistanê dike, bi awayekî hewayî û bejahî êrîşên xwe pêk tîne. Her wiha dest bi qutkirina birîna dar û daristanên Kurdistanê kiriye. Têkildarî mijarê îro Saziya Civaka Sivîl a girêdayî (TEV-DEM) daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li qada jina azad a bajarê Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat dayin. Bi dehan endam û Rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amadebûn. Di daxuyaniyê de alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hatibûn hildan.
"Gefên dewleta tirk ne cara yekemîn e"
Daxuyaniya ku ji aliyê Mamoste Cîhan Misto ve hat xwendin wiha bû: "Em wek saziyên civaka sivîl û tevahî beşên wê bi awayekî tund êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başurê Kurdistanê û Mexmûr şermezar dikin. Em van kiryaran wiha bi nav dikin, ev kiryar li dijî exlaqê mirovahiyê ye. Ji ber ku Mexmur, kampeke koçberane li gor zagonên navdewletî qedexeye ku tu kes êrîşî vê kampê bike, lê dewleta tirk pir bi rehet gefên xwe li her derê dixe. Di êrîşa herî dawî ya ku bi balafirên dewleta tirk 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, li vir dewleta tirk dixwaze tevlîheviyan di navbera Kurdan de çêbike, dewleta tirk hewl dide şerê navxeyî di navbara Kurdan de bide avakirin da ku hineke Kurd ji xwe re wek ajan bikar bîne. Çanda Kurdan tê armanc girtin kurd bi kurd dide qetilkirin. Li vir em banga hikumeta Başurê Kurdistanê dikin ku li hemberî tevlîheviyên dewleta tirk hişyar bin. Ev dem hatiye ku em li dijî dewleta tirk yekîtiyekê avabikin, em destê xwe bidin hevdu, ev yekîtî wê pergala faşîzman têk bibe. Ev gefên dewleta tirk yê bi vî rengî ne cara yekemîne û ne ya dawiyê ye. Her wiha PDK'ê rê li pêşiya dewleta tirk vedike ku baregehên xwe li Başurê Kurdistanê veke û xebatên xwe li Başurê Kurdistanê bide meşandin."
"Hevkariya PDK'ê bi dewleta tirkiyê re aşker bû"
Cîhan Misto di daxuyaniyê de da zanîn ku hevkariya PDK'ê bi dewleta tirk re eşkere bû û wiha pê de çû: "Bêdengiya Başurê Kurdistanê û bi taybet hikumeta Iraqî li beramberî êrîşên dewelta tirk li ser xaka Başurê Kurdistanê, kampa Mexmur, Şengal û tevahî Kurdistanê dide diyarkirin ku hevkarê dewleta tirk e. Bi erêkirina PDK'ê îro bi dehan mîtên dewleta tirk di hûndir Başurê Kurdistanê li dijî tevgera azadiyê dixebitin, êdî bese îxanet, divê em dest ji îxanetê berdin, dijminê me yeke divê em vî dijminî têk bibin û em yekîtiyekê bidin avakirin, da ku xweseriya Başur ji gelê Başur re bimîne. Êdî dem hatiye ku em pergala AKP-MHP'e têk bibin. Ji bo ewlehiya Başurê Kurdistanê divê em helwesta xwe bi awayên cidî nîşan bidin. Dewleta tirk bi van êrîşan hemû zagonan bin pê dike. Em li dijî dagirkeriya dewleta tirk û pilanên wê bisekinin. Divê gelê kurd li seranserî Kurdistanê û derveyî welat rabin serhildanê da ku xaka Başûrê Kurdistanê neyê dagirkirin."