Salê 20 hezar kes ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest didin

Nexweşiya penceşêrê yek ji wan nexweşiyan e ku salane li Iraqê 34 hezar kes pê dikevin û piraniya wan jî penceşêra pêsîrê ne.

Silêmanî- Îro li nexweşxaneya Asya ya bajarê Silêmanî sempozîyûmek zanistî bi navê ‘Em hemû bi hev re ji bo pêşîlêgirtina penceşêrê kar dikin’ bi boneya 4’ê Sibatê roja cîhanî ya pêşîlêgirtina penceşêrê hat lidarxistin.

Di sempozyûmê de Dr. Rojan Emer û Dr. Mihemed semîner pêşkêş kirin û behsa nexweşiya penceşêrê û sedemên zêdebûna wê kir û bi taybetî di jinan de çawaniya çareserkirina wê raxistin ber çavan û destnîşan kirin ku salane ev rêje her ku diçe zêde dibe. Li Iraqê di nava salekê de nêzî 24 hezar kes bi nexweşiya penceşêrê dikevin her wiha salane nêzî 20 hezar kes ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin. Dan zanîn ku di sala 2020’an de hata sala borî nêzî 79 hezar kes bi nexweşiya penceşêrê ketine.

Li gorî daneyên di sempozyûmê de hatine aşkerekirin, di sala 2020’an de rêjeya herî zêde ya pênceşêra pêsîrê di jinan de derket. Li hemû bajarên Iraqê di nava 100 hezar jinan de 50-73 jin bi nexweşiya penceşêra pêsîrê ketine û temenê jinên ku bi vê nexweşiye ketine di nava 40-50 salî de ne.

‘Zêdetir bi jinan re nexweşiya penceşêrê peyda dibe’

Bijîjka dermansaz Neşmîl Mihemed da zanîn ku jin zêdetir nexweşiya penceşêrê bi taybet nexweşiya penceşêra pêsîrê bi wan re çêdibin û ji 8 jinan yek jî ev nexweşî bi wan re çêdibe. Sedema wê jî mezinbûna temen, zêdebûna pirsgirêkan û xirabûna xwarinan e û wiha got: “Divê jin ji bo xweparastinê pişkinînên pêşwext encam bidin û bi xwe jî dikarin di malên xwe de vê pişkinînê bikin û yan jî pişkînan pêsirgrafî li gel bijîjkan bikin.”

Ji sedî 25’ê nexweşên penceşêra pêsîrê ya jinan li nexweşxaneya Hîwa ne’

Bijîjka pispor a nexweşiya penceşêrê Rojan Emer wiha behsa nexweşiya penceşêrê kir ku destpêkê ji beşek biçûk dest pê dike û piştre derdor digre û wiha got: “Nexweşiya penceşêrê yek ji wan nexweşiya ne ku salane daneyên wê her diçe zêde dibin. Rojane li nexweşxaneya Hîwa 15- 20 kes navê xwe tomar dikin ku hê nû ev nexweşî bi wan re çêbûye û ji sedî 25’ê wê penceşêra pêsîrê di jinan dene li nexweşxaneya Hîwa ne.