RSF’ê ji bo rojnamegerên li Îranê girtîne bang kir

RSF’ê diyar kir ku Nilufer Hamedî û Elaha Mohammadî li Îranê peywira xwe bi cih anîne û bang kir ku serbest werin berdan.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), bi daxuyaniyekê diyar kir ku rojnameger Nîlufer Hamedî piştî ku nûçeya qetilkirina Jîna Emînî ya 16’ê Îlona 2022’yan de çêkir û rojnameger Elaha Mohammadî ya dirûşma “Jin jiyan azadî” ji cîhanê re ragihand hatin girtin, piştî 9 mehan di danişîna 29-30’yê Gulanê de nehatine berdan. Rêxistinê xwest rojnameger serbest werin berdan. 

RSF’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rojnameger ji ber peywira xwe hatine girtin û wiha hat gotin: “Hem girtin hem jî darizandina rojnameger Nîlufer Hamedî û Elaha Mohammadî bêhiqûqî ye. Delîla vê yekê jî ew e ku beriya danişînê nehiştin parêzerên xwe bibînin. Divê rojnameger demildest serbest werin berdan.”

Dîroka danişînê nehat diyarkirin

Danişîna rojnamegeran li 15’emîn şaxa Dadgeha Şoreşê ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Hat hînbûn ku mafê parastinê nedane parêzeran û dîroka danişîna li pêş a rojnamegeran jî ji aliyê dadgehê ve nehat diyarkirin.