Rojnameger Denîz Firat li Mexmûrê hat bibîr anîn

Rojnameger Denîz Firat di heştemîn salvegera şahadeta xwe de, li wargeha Penabran a Mexmûrê bi merasîmekê hat bibîr anîn.

Mexmûr- Rojnamevana çapemeniya azad Denîz Firat di 8’ê Tebaxa sala 2014’an de dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî wargeha penaberan a Mexmûrê kir ji bo van êrîş û berxwedaniya ku li Mexmûrê tê meşandin bi raya giştî re parve bike ji aliyê Çeteyên DAÎŞ’ê ve hate şehîd kirin. Denîz Firat di heştemîn salvegera xwe de li Mexmûrê hate bîranîn û di merasîma bîranînê de tevî malbata Denîz Firat, rojnamevan û gel jî amade bûn.

Merasîm bi yek deqe ji bo giyana lêgerînvanên azadiyê destpê kir.

Li ser navê çapemeniya azad ya wargeha penaberan a Mexmûrê Rojnamevan Bêrîvan Tûnç axivî û wiha got: “Di destpêkê de di şexsê Şehîd Denîz Firat de em hemû şehîdên çapemeniya azad bibîr tînin û bejna xwe li ber ditewînîn. Şehîd Denîz di temenê xwe yên biçûk de tevlî refên azadiyê bû heta giha asta şahadetê ji bo jiyan, êşa gelê Kurd û ji bo gelê Kurd bigihîne azadiyê her tim kar û xebat kiriye û her wiha di qada çapemeniya azad de cihê xwe girtiye. Dema ku li wargeha Mexmûrê xebatê çapemeniya azad dida meşandin ji bo zarok û ciwanên wargehê bû îlham ku ew jî êdî li pey şopa heqîqetê bimeşîn û rasta gelê Kurd û ya gelê Mexmûrê bi cîhanê bide naskirin.”

“Em ê hertim li ser şopa heqîqetê bimeşin”

 Bçêrîvan Tunç da diyarkirin ku êrîşên li ser çapemeniya azad berdewam e û wiha dom kir: “Şehîd Denîz di her gava jiyana xwe de ji bo rastî û jiyana gelê Kurd bi raya giştî re parve bike her tim kar û xebat kir. Di pêvajoya şihadetê de jî weke em hemû dizanin çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî wargehê kiribû, Şehîd Denîz êrîşên li ser wergehê kêlî bi kêlî bi raya giştî re parve kir. Di wê demê de jî êrîş li ser gelê Kurd hebû, niha jî êrîş li ser gelê Kurd tê meşandin, her wiha di qada çapemeniya azad de êriş li ser xebatkarên çapemeniya azad tê kirin. Tu ferqa roja ku Şehîd Denîz Firat şehîd ketî û roja meya îro nîne. Wê demê jî jina pêşeng, jina ku hewil dida xebat bide meşandin û rastiya gelê Kurd û şerê ku heye bi raya giştî re parve bike dihat hedef girtin. Weke Şehîd Denîz, Şehîd Nujiyan û her wiha di roja me ya îra de jî li Başûr û Bakûrê Kurdistanê endamên çapemeniya azad her tim dibin hedef. Em di şexsê Şehîd Denîz û şehîd Nujiyan tevayî şehîdên çapemeniya azad bi bîr tinin û êrîşên li ser çapameniya azad şermezar dikin. Em dibêjin heta dawiyê em ê li pey doza Şehîd Denîz û li ser şopa heqîqetê bimeşin û rastiya gelê Kurd bi raya giştî re parve bikin.”

“Soza me soza serkeftinê ye”

Li ser navê malbatê Dayîka Şehîd Denîz Firat Sûltan Yildiztan axivî û got: “Di kesayeta şehîd Denîz, şehîd Nujiyan de hemû şehîdên tevgera azadiyê em bi bîr tînin û bejna xwe ditewînin. Weke malbat soza me soza serkeftinê ye, soza soza girêdanbûna bi şehîd û Rêber Apo re ye. Em dibêjin emê heta dawî li ber xwe bidin, berxwedan jiyan e, şehîd namirin. Îro şerek gelek giran tê meşandin, weke dayik weke malbat û hevalê wê yê têkoşînê em ê li ber xwe bidin, ev heşt sal e derbas bûye jî rojekê dijminê hov navber nedaye êrîşên xwe û bi hovîtiyek mezin li ser me û zarokên mede tê, bi balefir û êrîşên xwe yên tirsonek êrîşî me dikin. Ev 40 sal e şerê gelê şoreşgerî tê meşandin em ê êrîşên dijmin têk bibin û serkeftin ya me ye.”

Daxuyaniya bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bimre Îxanet”, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.